YPG: 38 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de 38 çete hatin kuştin, 2 tankên çeteyan hatine rûxandin, 3 gund hatine rizgarkirin û gelek çek û cebilxane hatine bidestxistin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Hêzên me yên Kantona Kobanê û Cizîrê ku di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ketiye roja xwe ya 53’an de operasyonên xwe yên li ser rêya Reqa-Girê Spî berdewam dikin.
Piştî pevçûnên dijwar ên li vê qadê hêzên me serweriya xwe ya li ser hêrême zêde kirine. Di van pevçûnan de 2 tankên çeteyan hatine rûxandin û bi qasî hatiye zelalkirin 38 çete hatine kuştin. Hêzên me li vê qadê tevî 7 termê çeteyan dest danîn li ser panzerek, 7 kleş, 2 BKC û 1 rokeavêja B7 ên çeteyan.
Di pevçûnên 2 rojan ên li vê herême de 6 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin, gihiştin şehadete.
HESEKÊ
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yê li hember navenda bajara Hesekê berdewam dikin.
Hêzên me bi armcanca 3 gundên li rojhilatê Hesekê ku çeteyan ji rejîme standibûn rizgar bikin şevê din operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de her 3 gund jî ji çeteyan hatin paqijkirin. Li vê qadê hêzên me maşîneke leşkerî, 1 BKC û 1 roketavêja B7 bi dest xistin.
Şevê din çeteyên DAIŞ’ê li hember hêzên me yên li taxa Ezîziyê êrîşek li dar xistin. Piştî hêzên me bersivên tund dan, êrîşa çeteyan hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşan de nehatiye zelalkirin.ˮ