Cenazeyê şervanê YPG'ê Akdogan anîn Rihayê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ramazan Akdogan ê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê di pevçûna li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat wergirtin anîn Rihayê.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ramazan Akdogan ê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê di pevçûna li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat wergirtin û ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ramazan Akdogan (Rûstem Gever) ê  piştî çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê Hezîranê ketin nava Kobanê û komkujî pêk anîn di şer li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Murştîpinarê hate wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Akdogan ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û pişt karên otopsiyê ji bo definkirinê dê ber bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ve bibin.