Çeteyê bi saxî hat girtin: Koma esas a êrîşê ji Tirkiyeyê hat

Li gorî agahiyên ku çeteyê DAIŞ’ê yê Misrî daye, koma esas a êrîşê ji ser Tirkiyeyê ketiye Kobanê. Her wiha cebilxaneya ku bi rojan di pevçûnan de hatiye bikaranîn jî ji aliyê Tirkiyeyê ve derbas bûye.

Agahiyên têkildarî êrîşa DAIŞ’ê ya li Kobanê pêk anîn û nêzî 200 sivîl bi awayekî hovane hatin qetilkirin, derdikevin holê. Çeteyê DAIŞ’ê yê Misrî ku ji aliyê YPG û YPJ’ê ve bi saxî hate girtin, diyar kir ku koma esas a êrîş pêk aniye bi cebilxaneyan re ji Tirkiyeyê hatine.

Çeteyên di 25’ê Hezîranê de êrîşî navenda Kobanê kirin, êrîşek ji ser rêya Helînce û ya din jî di aliyê deriyê sînor ve,  bi tevahî ji du milan ve pêk anîn.

KOMA ESAS JI TIRKIYEYÊ HAT

Li gorî agahiyên ku çeteyê Misrî daye, koma esas ji Tirkiyeyê hatiye Kobanê û cebilxane jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye derbaskirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin jî, çeteyan cil û bergên leşkerên Tirk li xwe kiribûn, ji aliyê Tirkiyeyê ve ketine Kobanê û koma ji Helîce hatiye jî bi cil û bergên Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO)’yê nuqteya asayîşê derbas kirine.

 Komên çeteyan li navenda bajêr hatine cem hev û di her komê de 12 çete hebûn û li 7 koman veqetiyane. Bi tevahî 84 çete ne.  Beşek ji wan ji avahiya ser rêya Helînce destpê kirine, Nexweşxaneya Miştenûr, Kaniya Kurdan, Qada Azadiyê hedef girtine. Sê komên din jî deriyê sînor, Qada Aştiyê û navenda hikûmeta Kobanê hedef girtine. Li Qada Azadî, Kaniya Kurdan û derdora Nexweşxaneya Miştenûr sivîl qetil kirin. Çeteyên cil û bergên YPG’ê li xwe kiribûn, bi dehan jin û zarokên ku ew wek YPG’î dîtin û ber bi wan çûn, qetil kirin.

REHÎNE HATIN RIZGARKIRIN

Şervanên YPG-YPJ’ê bi operasyonên ku meşandin, serketinek mezin bi dest xistin.  Piştî pevçûna ku sê rojan berdewam kir, ji 84 çeteyî 80 çete hatin kuştin. 3 çete reviyan Tirkiyeyê û yek jî bi saxî hat girtin.

Di operasyonan de bi saya mudaxaleya YPG û YPJ’ê sivîlekî jiyana xwe ji dest dane.  Çeteyan li nuqteyên ku lê diman sivîl wek mertalên zindî bikar dianîn û YPG’ê bi serketinek mezin kesên rehîne rizgarkirin.

DAGIRKIRIN HEDEF KIRIN

Di roja duyem a êrîşê de, li  Rojavayê Kantonê êrîş pêk hat û armanca vê êrîşê ev bû ku kaos bê afirandin. Çeteyan li vir ji du nuqteyan ji Şêler û Kara Qozak ketin hundir. Çeteyên ketin Kobanê xwestin ji ser girê Mînaze bên û Kobanê dagir bikin. Lê YPG-YPJ’ê ev ferq kirin û mudaxale kirin.