Şervanê MLKP'ê Aksakal li Swîsreyê hat bîranîn
Şervanê MLKP'ê Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) ê li Rojava di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Bernê hat bîranîn.

Şervanê MLKP'ê Aksakal ê bi eslê xwe Ereb e, ku di dema azadkirina Girê Spî de jiyana xwe ji dest da, li Bernê bi çalakiyekê hat bîranîn. Bîranîn bi pêşengiya MLKP'ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê pêk hat û gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdar bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir. Li dû rêzgirtinê, sînevîzyona li Şoreşa Rojava û têkoşîna Aksakal hat nîşandan û dûre peyamên MLKP Rojav û Aksakal hatin xwendin.
Li ser navê MLKP'ê Tayfûn Tayfûn peyivî û di şexê Aksakal de bal kişand ser girîngiya têkoşîna enternasyonal a li Rojava tê dayîn. Tayfûn pêvajoya derketina Şoreşa Rojava û asta berxwedana nîşan dide, vegot.
Tayfûn êrîşa dawî ya çeteyan a li hemberî Kobanê bibîr xist û anî ziman ku gefên li hemberî Şoreşa Roajva wê dewam bikin. Tayfûn diyar kir ku li hemberî her şêwe êrîşên li dijî Rojava girîng e her kes bi berpirsyariyeke şoreşgerî tevbigere û got, "Her kesên dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin divê baş zanibin ku em ê bi ser bikevin, şoreş wê bi ser bikeve."
Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.