Malbatên Roboskî diyar kirin ku zalim piştgiriyê didin rêxistina terorê ya DAIŞ’ê, zarok û mirovên masûm têne qetilkirin û nirxandina “Li Rojava û Kobanê li hemberî daxwazên wan yên qirêj wê gelê Kurd têkoşîna xwe bidomîne” kirin.
Malbatên Roboskî di her 28’ê mehê de lêgerîna xwe ya edaletê ji bo 34 xizmên xwe yên bi balafirên şer ên artêşa Tirk hatin qetilkirin didomînin. Malbatên Roboskî di meha 43’emîn a qetlîamê de li ber Edliyeya Şirnexê kom bûn, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encu, rêveberên HDP’ê û nûnerên ÎHD’ê jî di nav de gelek kes jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta “Heke kiryar tine bin aştî jî tineye” hate vekirin. Serokê Komeleya Roboskî-Der’ê Velî Encu axivî û diyar kir ku di lêpirsîna hat vekirin de berpirsyarên qetlîamê pak hatin nîşandan û parastin, hiqûq ne ji bo malbatên mexdûr ji bo kiryaran pêk hat. Encu bilêv kir ku desthilatdariya siyasî spasiyên xwe li kiryaran kiriye û ew xelat kirin.
Encu destnîşan kir ku berpirsyarên Qetlîama Roboskî yên leşkerî û siyasî ji mirovahiyê bêpar in qetlîameke bi vî rengî li Kobanê jî pêk hat û wiha got: “Zalim piştgiriyê didin rêxistina terorê ya DAIŞ’ê û zarok û mirovên masûm tên qetilkirin. Em dixwazin qetlîama li Kobanê bê bidawîkirin. Li hemberî daxwazên we yên qirêj ên li Rojava û Kobanê gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne.”
Encu got ku heta edalet neyê Roboskî ti kes nikare qala demokrasî, edalet û aştiyê bike.
Piştre jî Zelîha Urek çîroka birayê xwe Salîh Urek vegot.