Şex Seîd û 47 rêhevalên xwe li Amedê hatin bibîranîn
Komeleya Şêx Seîd, bi minasebeta 90'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên dozê li Qada Şêx Seîd a Amedê çalaki pêk anîn û Şêx Seîd bibîr anîn.
Komeleya Şêx Seîd, bi minasebeta 90'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên dozê li Qada Şêx Seîd a Amedê çalaki pêk anîn û Şêx Seîd bibîr anîn.
Komeleya Şêx Seîd, bi minasebeta 90'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên dozê li Qada Şêx Seîd a Amedê çalaki pêk anîn û Şêx Seîd bibîr anîn. Di bernameyê de nûçeyên berovajî û kesên navê Şêx Seîd bikar tînin bi zimanekî tund hat rexnekirin.
Komeleya Şêx Seîd, bi tevlêbûna gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî, bi minasebeta 90'emîn salvegera darvekirigna Şêx Seîd û 47 rêhevalên wî yên dozê li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di bernameya bîranîna Şêx Seîd û rêhevalên wî de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Wekîlê HDP'ê yê Amedê Nimettullah Erdogmuş, rêveberên DBP'ê û KCD'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde gelek kes amade bûn. Komê di çalakiyê de bê navber silogana "Şehit namirin" berz kirin û posterê Şêx Seîd rakirin. Di çalakiyê de navê Şêx Seîd û 47 rêhevalên wî yên dozê ku hatin darvekirin yek bi yek hatin xwendin. Piştre ji bo kesên hatine darvekirin rêz hat girtin. Endamê komeleya Şêx Seîd Alî Riza Firat, diyar kir ku 90 sal berê rêberê Kurdan li vê qadê hat darvekirin û hêj cihê gora Şêx Seîd û rêhevalên wî aşkere nekirine. Firat, destnîşan kir ku rayedarên dewletê di 29'ê Hezîranê de xwestin gel bê bawerî û bê rêber bihêlin û ji ber vê yekê hêj gorên wan nîşanî wan nedane.
Serriyeyên li ser navê Şêx Seîd daxuyaniyê didin bê hurmetiyê dikin
Firat, kesên li ser navê Şêx Seîd daxuyaniyan didin û xwe wekî Serriyeyeyên Şêx Seîd bi nav dikin jî rexne kir û anî ziman ku tu eleqeya wan û Şêx Seîd bi hev tune ye.
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek jî anî ziman ku komkujiya 90 sal berê li Amedê pêk hat îro li Kobanê berdewam dike.
Piştî daxuyaniyê komê dawî li çalakiyê anîn.