Êrîşa çeteyan li gelek navendan hat protestokirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, li gelek navendên Ewropayê bi awayekî girseyî hat protestokirin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, li gelek navendên Ewropayê bi awayekî girseyî hat protestokirin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, li gelek navendên Ewropayê bi awayekî girseyî hat protestokirin.
Di çalakiyên li Elmanya û Îtalyayê de berxwedana Kobanê hat silavkirin û êrîş hat şermezarkirin.
NURNBERG: Kurdistanî û dostên wan li ber Lorenzkîrche ya li bajarê Elmanya Nurnbergê mîtîngek lidar xistin û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê protesto kirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ'ê ya di êrîşê de. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê ên ji Girê Spî reviyan Tirkiyeyê, bi dewlet û plana dewleta Tirk êrîşî Kurdên li Kobanê kirine. Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Nurnbergê de hat destnîşankirin ku AKP a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû hevkarê êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê ye.
STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê jî Kurdistanî û dostên wan li Schlossplatzê civiyan û êrîşa DAIŞ'ê protesto krin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser mijarê hatin xwendin û belavkirin.
MANNHEÎM: Li bajarê Elmanya Mannheîmê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê hat protestokirin. Çalakiya ku bi qasî 350 kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Ji Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk Salîh Ûgûrlû axaftina vekirinê kir. Dûre Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Yener peyivî û êrîşa li hemberî Kobanê şermezar kir. Yener bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşan dest bi pêngava çalakiya demokratîk bike.
MUNCHEN: Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê li bajarê Elmanya Munchenê li Marîenplatzê hat protestokirin. Di çalakiya ku ji aliyê SARA-Însiyatîfa Jinên Kurd û Meclîsa Gel a Munchenê hat organîzekirin de gelek Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Elman amade bûn. Piştî xwendina daxuyaniya NAV-DEM'ê li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. di axaftinan de bang li dewletên Ewropayê hat kirin ku ji bo desteka lojîstîk nede DAIŞ'ê zextê li dewleta Tirkiyeyê bikin. Hat destnîşankirin ku ev êrîş xweranegirtina li destketiyên gelê Kurd e. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên 'Bijî Berxwedana Kobanê', 'Bijî Berxwedana YPG û YPJ'ê' hatin qîrîn.
TORÎNO: Li bajarê Îtalya Torîno, Kurdistanî saet di 17:00 de li Pîazza Castello civiyan û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin. Di çalakiya ku dostên Kurd ên Îtalyan jî lê amade bûn de, alên YPG û PKK'ê hatin vekirin, pankartên li ser komkujiyê hatin hildan. Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk hevkarê vê komkujiyê ye. Di çalakiyê de li ser desteka desthilatdariya AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê, bi sedan belavok hatin belavkirin. Her wiha dirûşmên "Kujer Erdogan', 'Vîva Kurdistan', 'Vîva Kobanê' hatin qîrîn.