'Ne ji aliyê Tirkiyeyê be êrîşek li hemberî deriyê sînor nepêkane'
Hemû agahî û daneyên li ser êrîşa duh a hovane ku di encamê de bi dehan sivîlên Kobanê jiyana xwe ji dest dan, nîşan didin ku navenda êrîşê Tirkiye ye.
Hemû agahî û daneyên li ser êrîşa duh a hovane ku di encamê de bi dehan sivîlên Kobanê jiyana xwe ji dest dan, nîşan didin ku navenda êrîşê Tirkiye ye.
Hemû agahî û daneyên li ser êrîşa duh a hovane ku di encamê de bi dehan sivîlên Kobanê jiyana xwe ji dest dan, nîşan didin ku navenda êrîşê Tirkiye ye. Wezîrê Parastinê yê Kantona Kobanê Şêx Hesen destnîşan kir ku ne ji Tirkiyeyê be êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî yên li hemberî deriyê sînor, ji ti herêmê ne pêkane.
JIN Û ZAROK DI NAV DE BI DEHAN SIVÎL HATIN QETILKIRIN
Çeteyên DAIŞ'ê yên duh danê sibehê ji Tirkiyeyê hatin û ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê li Kobanê wesayîtên bombebarkirî teqandin, di encama êrîşên xwe yên li hemberî gelek nuqteyan de bi dehan sivîl qetil kirin. Bi êrîşên wesayîtên bombebarkirî re hemwextî DAIŞ'ê li Kaniya Kurdan a rojhilat, rêya Helînce ya li başûrrojhilat û herêma li derdora avahiya hikûmetê ya li başûrrojava ketin nava kolanan û bi çekên giran û bombeyan êrîşî gelê sivîl ê di xew de bû, kirin. Di van êrîşên hovane de piraniya wan jin û zarok 107 sivîl hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn. 28 ji sivîlan, li gundê Berbatan ê li başûrê Kobanê, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi hovane hatin qetilkirin.
'YPG'Ê BERSIVEKE TUND DA'
Hêzên YPG/YPJ'ê di cih de bersiv dan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li malên sivîlên qetil kirin û hin nuqteyên bajêr bicih bûn, ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hatin dorpêçkirin. Tevî taxa Şehîd Moro, Qada Azadî, Kaniya Kurdan û Lîseya Kobanê, ji bilî Lîseya Kobanê hemû herêm ji çeteyan hatin paqijkirin. Bi dehan termên çeteyan ketin destê hêzên YPG'ê. Sê endamên çeteyên DAIŞ'ê jî bi saxî ketin destê YPG'ê.
ÊRÎŞEK DIŞIBE ÊRÎŞA 29'Ê MIJDARÊ
Êrîşa duh a çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê ji gelek aliyan ve dişibe êrîşa roja 29'ê Mijdara 2014'an dema şerê li Kobanê dewam dikir. Di êrîşa 29'ê Mijdarê de, çeteyên ji aliyê Tirkiyeyê hatin bi awayekî hemwextî li sê herêman êrîşî Kobanê kiribûn. Êrîşa duh jî dîsa bi teqandina wesayîta bombebarkirî ya ji xaka Tirkiyeyê hat re destpê kir. û dûre li herêmên din êrîşan dewam kirin.
TEKANE RÊYA ÊRÎŞA LI HEMBERÎ DERIYÊ SÎNOR XAKA TIRKIYEYÊ YE
Zelal e ku çeteyên êrîşî deriyê sînor û Kaniya Kurdan kirin, ji Tirkiyeyê hatine. Ji xwe tekane rêya teqandina bombeyê li deriyê sînor, ji bo DAIŞ'ê xaka Tirkiyeyê ye. Li Kaniya Kurdan jî, ji bilî Tirkiyeyê çete nikare ji ti deverê xwe berde herêmê. Beriya her tiştî rêyeke wesayît tê re derbas bibe û xwe bigihîne Kaniya Kurdan nîne. Wesayîta bombebarkirî ya ji rêya Helînce, Cerablûs û Helebê bê, divê li dehan nuqteyên kontrolê derbas bibin. Di vê rêgehê de jî ti rê nîne ku wesayîtek xwe bigihîne deriyê sînor. Ancax ji bi dehan rêyan derbas bibe û piştî astengiyên mezin xwe bigihîne deriyê sînor. Hêzên YPG'ê yên Kobanê ku di mijara wesayîtên bombebarkirî de bûne pispor, ji xwe wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ'ê yên ji van herêman tên anîn, berî bigihêjin bajêr diteqînin.
Bêyî xaka Tirkiyeyê ji bo çete karibin wesayîtên bombebarkirî bigihîne deriyê sînor, divê li aliyê rojava ji rêya Cerablûsê, li aliyê başûr ji reya Helebê û li aliyê rojhilat jî ji Girê Spî û Helîncê bînin. Yên Kobanê nas dikin dizanin ku ev hemû rê xwedî gelek tedbîran e hem jî ji ber rê û mîmariya bajêr, ne pêkane ku wesayîteke bombebarkirî ji vê derê xwe bigihîne bajêr. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li dehan nuqteyan lêgerînê dikin û li hemû rêyên ber bi deriyê sînor ve diçin bend danîne, di rojên herî giran ê şer de, ku çeteyên DAIŞ'ê li beşeke mezin a bajêr serdest bûn, nedhiştin wesayîteke bombebarkirî xwe nêzî deriyê sînor bike. Çeteyên DAIŞ'ê ti ji wesayîtên bombebarkirî yên ji derveyî Tirkiyeyê anîn herêmê, derfet nedît ku li deriyê sînor biteqîne. Ji xwe DAIŞ baş dizane ku eger ji Tirkiyeyê neyê, nikare ji van rêyên din wesayîtên bombebarkirî nêzî deriyê sînor bike. Lewma ji bilî wesayîtên bombebarkirî yên ji Tirkiyeyê, DAIŞ'ê heta niha ti wesayît negihandiye deriyê sînor.
NAVENDA ÊRÎŞÊ TIRKIYE YE
Navenda êrîşên li hemberî deriyê sînor ê Kobanê, Tirkiyeyê ye. Ev ne gotinek an jî îdîayeke. Ev daneyeke şênber e. Dîmen, şahidên bûyerê, rewşa fîzîkî û leşkerî ya bajêr nîşan didin ku ji bilî vê yekê, êrîşêk ne pêkane. Weke rojnamevanekî Kobanê baş nas dike, dema min li dîmenê kêliya teqînê temaşe kir, bi awayekî zelal min dît ku wesayîta hat teqandin ji Tirkiyeyê hatiye. li ser çeteyên ji deriyê sînor û Kaniya Kurdan hatin unîformayên artêşa Tirk hebû. Her wiha riya wan qusandî bû û xwedî îmaja leşkerên Tirk bûn. Tê fêmkirin ku ji bo li ser sînor neyên feqkirin û bi hêsanî sînor derbas bikin, çeteyan kincên leşkerên Tirk li xwe kirine.
Tevî van hemû dane û agahiyên sê çeteyên DAIŞ'ê yên YPG'ê bi awayekî serketî bi saxî zevt kir, gelekî girîng in. Dibe ku li ser plana êrîşên çeteyan û têkiliyên xwe, agahiyên girîng bide. Ji polîtîkaya giştî ya dewleta Tirk a li hemberî Rojava heta veguhastina çekan a heta roja îro, desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê bi belge û şahidan li ber çavan e. Hemû aganî û daneyên heyî nîşan didin ku navenda êrîşa dawî jî Tirkiye ye.
Çeteyên ji aliyê Helînce hatin kincên endamên Artêşa Azad bikar anîn û çeteyên li gundan komkujî kirin unîformayên YPG'ê li xwe kirin. Çeteyên ji deriyê sînor û Kaniya Kurdan jî hatin kincên leşkerên Tirk li xwe kirin. Ev rêbaz beriya niha di xebatên kontra yên artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê de dihat bikaranîn.
NÛÇEGIHANIYA ANADOLÛ AJANSI (AA)!
Di nava vê rewşê de nuqteyeke din a balkêş ew e ku ajansa nûçeyan a fermî ya dewleta Tirk Anadolû Ajansi kêlî bi kêlî dîmenê êrîşa li deriyê sînor kişand. Weke ku beriya êrîşê haya xwe jê çêbûye û kamera li pêşberî cihê teqînê bicih kiriye, Anadolû Ajansi kêlî bi kêlî teqîn kişand kamerayê. Di rewşeke bi vî rengî de ya beriya êrîşê agahî ji AA re hatiye dayîn, yan jî çeteyên DAIŞ'ê dîmenên kêliya teqînê dane AA. Her du dibetî jî têkiliya kûr a di navbera wan de nîşan dide.
'NE JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ BE NE PÊKANE KES XWE BIGIHÎNE DERIYÊ SÎNOR'
Wezîrê Parastinê yê Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen jî di axaftina xwe ya ji ajansa me re, ev yek piştrast kir. Şêx Hesen anî ziman ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin û got, "Hevalên me ev yek bi awayekî zelal tespît kirin. Di heman demê de dîmen jî vê yekê radixe pêş çavan."
Şêx Hesen da xuyakirin ku ne pêkane ji nava Kobanê wesayîteke bombebarkirî xwe bigihîne deriyê sînor û diyar kir ku tedbîrên ewlekariyê li aliyekî, çete ji ber astengiyên fîzîkî nikarin wesayîtê bigihînin deriyê sînor.
Şêx Hesen da xuyakirin ku ew ê di demeke nêz de daxuyaniyên berfireh bidin û detayên êrîşê parve bikin.