NAV-DEM'ê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kir û got, "Mîna duh divê îro jî, gelê me êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka Tirkiyeyê li hemberî Kobanê û şoreşa Rojava protest bike û hêzên destekê didin van çeteyan li nava raya giştî teşhîr bike."
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî, ji malbatên mirovên di êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev barbarên xwe weke Misilman didin naskirin, di meha pîroz a Remezanê de jî mezlûm, Misilman, Kurd û sivîlên ji baweriyên din, bi hovane qetil dike.
NAV-DEM'ê got, "Dewleta Tirk a nikare xwe li serketina têkoşîna parastina hiqûq û mafê xwe yê gelê Kurd (Kobanê, Girê Spî û Ayn Îsa hwd.) rabigire, berê van hovan daye gelê sivîl" û bibîr xist ku hilûmeta Tirk ji bo çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kurdan bike û şoreşa Rojava bifetisîne, bi her awayî destekê dide çeteyan.
NAV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk hînê bi awayekî vekirî desteka leşkerî û lojîstîk dide çeteyan û got, "Em bang li Ewropa, DYA û tevahiya civata navneteweyî dikin ku ji bo dewleta Tirk dawî li desteka xwe ya ji bo van çeteyên dijminê mirovahiyê bîne, zexta pêwîst bikin.
Mîna duh divê îro jî, gelê me êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka Tirkiyeyê li hemberî Kobanê û şoreşa Rojava protest bike û hêzên destekê didin van çeteyan li nava raya giştî teşhîr bike."
NAV-DEM'ê bang li tevahiya gelê Kurdistanê, şoreşger, demokrat, humanîter û derdorên alîgirê aştî û mirovahiyê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û li ser bingeha demokratîk heta beralîkirina êrîşan, çalakiyan lidar bixin.