Polîsan li Geverê êrîş bir ser ciwanên çeteyên DAIŞ şermezar kirin
Li navçeya Gever a Colemêrgê endamên YDG-H’ê yên êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşa polîsan pevçûnan rû da.

Ciwanên endamên Tevgera Ciwanan a Welatparêz Demokratîk (YDG-H) bi armanca şermezarkirina êrîşa bombeyî û komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê, li sûka Geverê ya Colemêrgê çalakiya fîşekên hewayî pêk anî. Ciwanan îdîayên ku tên gotin çete ji ser Tirkiyeyê derbasî Kobanê bûne şermezar kirin dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê" û "Qatil DAIŞ, hevkar AKP" gotin.
Ciwanên piştî fitarê li ber Otela Oslo ya li ser Cadeya Cengîz Topel kom bûn, bi fîşekên hewayî xwepêşandanek pêk anîn. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Seyarfiroş ku ji bombeyên gazê bandor bûn, esnafan jî dikanên xwe girtin. Li hember guleyên plastîk û bombeyên gazê yên polîsan, ciwan bi fîşekên hewayî, molotofkokteyl û keviran bersiv didin.
Pevçûn li taxên Gungor, Cumhuriyet û terqarê ya girtîgehê didomin.