Ozsokmenler nûçeya ANF'ê ya li ser şîdetê xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Ozsokmenler, nûçeya ANF'ê ya li ser şîdeta polîsan a li Wanê, xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê Ozsokmenler, nûçeya ANF'ê ya li ser şîdeta polîsan a li Wanê, xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê Ozsokmenler, nûçeya ANF'ê ya li ser şîdeta polîsan a li Wanê, xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Yûrdûsev Ozsokmenler, li ser nûçeya ANF'ê ya bi serenavê 'Şîdeta polîsan a li Wanê çû ber destê dadgeriyê', pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk kir û ji Wezîr xwest, bersiva van pirsan bide.
"Îstîxbarata îxbara bombeyê ya li Serdozgeriya Komarê hatiye kirin, ji aliyê kê ve hatiye dayîn? Ev îxbara bombeyê ya derket holê ne rast e ji aliyê kê ve hatiye dayîn?
Mîna gelek dozên heta roja îro, careke din 'şahidê veşartî' heye, ku heta niha bû sedema gelek girtinên neheq?
Di serdegirtina malê de, çima pêwîstî bi hejmareke ewçend zêde ya ji 150 polîsan ku polîsên îstîbaratê jî di nav de hebû, hatiye dîtin?
Di serdegirtinên malan de çima polîs bi awayekî bê perwa û nebaş tevdigere? Di vê mijarê de haya wezareta we ji hêzên emniyetê heye?
Tevî ku malbatê derî vekir û li dijî lêgerînê derneket jî, çima polîsan hemû ferdên malbatê li erdê dirêj kirin, bi çekê li wan dan, pirtûka pîroz a di destê dayikê de avêtin erdê? Cihê vê di kîjan pîvanên hiqûqê, bawerî û wijdanê de heye?
Ev şîdet û pêkanîna di serdegirtinê de hat kirin, ne li gorî qanûnên hiqûqa neteweyî û navneteweyî û xala 3. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye?
Der heqê van polîsên ji aliyê erka xwe ve zêde gavî kirin û hiqûq binpê kirin de, ti lêpirsîn hatiye destpêkirin? Nehatibe destpêkirin sedem çi ye?"