Tevgera AZADÎ: Em êrîşa li hember Kobanê şermezar dikin

Tevgera AZADÎ ya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya vê sibehê li hember Kobanê şermezar kir got, “Em banga bilez a tifaqa neteweyî, yekîtî, piştevanî û alîkariya Rojava dikin.”

Tevgera AZADÎ ya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya vê sibehê li hember Kobanê şermezar kir got, “Em hemû partiyên siyasî, tevger, cemaet, saziyên civaka sîvîl, derdor û aktorên siyasî re dibêjin îro dest ji îxtilaf û hevrikiyê berdin û em banga bilez a tifaqa neteweyî, yekîtî, piştevanî û alîkariya Rojava dikin.”

Tevgera AZADÎ têkildarî êrîşa li hember Kobanê daxuaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku aliyekî şerê hundirîn ê Sûriyeyê bêguman dewleta Tirkiyeyê ye. Tevgera Azadî bal kişand Tirkiyeya piştgiriyê dide komên muxalîf ên çekdar ên li dijî rejîma Sûriyeyê şer dikin û diyar kir beriya niha jî çeteyên El Nusra bikar anî,  hişt êrîşî Serêkaniyê bikin û bi vî awayî xwest encam bigire, dema encam ji vê negirt bi çeteya DAIŞ a ji mirovatî û Îslamiyetê para xwe negirtî, bermaya Beasên faşîst êrîş bir ser Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Pir watedar e ku ev êrîşa îro li hember Kobanê pêk hat jî piştî êrîşên dîplomatîk û medyayê pêkhatî ye. Dewleta Tirkiyeyê ji pêşîlêgirtina êrîşan wêdetir; berpirsyarê pêşî li êrîşên li hember Kobanê û Rojava bigire.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ewlehî û îstiqrara gelê Rojava yên ku xizm û nasên Kurdên Tirkiyeyê ne di heman demê de ewlehiya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî ji nêz ve eleqedar dike. Tevgera Îslamî ya Kurdistanê / Tevgera AZADÎ di berdewamiya daxuyaniyê de hovîtî û barbariya çeteyên DAIŞ’ê lanet kir. Her wiha bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û civaka medenî, cîhanê hat kirin ku di mijara Kobanê û Rojava de hişyar bin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû “Em hemû partiyên siyasî, tevger, cemaet, saziyên civaka sîvîl, derdor û aktorên siyasî re dibêjin îro dest ji îxtilaf û hevrikiyê berdin û em banga bilez a tifaqa neteweyî, yekîtî, piştevanî û alîkariya Rojava dikin.”