DBP’ê êrîşên li hember Kobanê şermezar kir

Navenda Giştî ya DBP’ê, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê şermezar kir.

Navenda Giştî ya DBP’ê, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê şermezar kir. Hat ragihandin ku heyeteke ku ji rêveberên Navenda Giştî ya DBP’ê û Rêxistina Bajêr a Amedê pêk tê di vê pêvajoyê de wê biçe sînorê Pirsûs Kobanê.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku berî niha bi salekê li hember Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê destpê kirine û got: “Di wê demê ve li hember van êrîşên ku li ber çavên hemû cîhanê pêk hatine berxwedaneke pir bi hêz hatiye nîşandan û êrîş vala hatine derxistin.

Êrîşên çekdarî û bombeyî yên di dema hilbijartinê de di rastiyê de li hember xeta azadîxwaz a li dijî xeta paşverû têdikoşe pêk hatiye. Yên di pêvajoya hilbijartinê de û îro li Kobanê êrîş pêk anîne ji heman çavkaniyê tên xwedîkirin. DAIŞ rêxistineke terorê ya kurewî ye… Li erdnîgariya Tirkiyeyê xeta ji xwe re wek tifaq dîtiye xeta AKP’ê ya li dijî azadiyê ye. Xeta paşverû ya li Rojava winda kir bi heman awayî di şexsê AKP’ê de li Kurdistanê winda kiriye.

Heya niha êrîşên li hember Kobanê ku bi piştgiriya Tirkiyeyê pêk tên me bi dehan caran bi raya giştî re parve kir. Hinek kanalên TV’yan bi dîmenan derxistin holê ku çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka Tirkiyeyê re ji xwe re cebilxane tînin. Tevî van hemûyan jî eger hîna ev çete bi hêsanî dikarin xaka vî welatî bikar bînin jî bi awayekî aşkera nîşan dide ku ev bi piştgiriya dewletê ye.

Tevî bi rojane tê zanîn ku hinek malên li ser sînorê Kaniya Xezalan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve weke cebilxane têne bikar anîn jî lê heya niha ti lêpirsîn ji bo wan  nehatiye destpê kirin, tişta pêwîst nehatiye kirin. Di rastiyê de ev rewş jî nîşan dida ku wê êrîşek bi piştgiriya dewletê li ser Kobanê pêk bê.

Em weke Partiya Herêman a Demokratîk bang li hikûmetê dikin ku êdî tavilê  dest ji êrîşên li hember nirxên Tevgera Azadiya Gelê Kurd berde, bila piştgiriya xwe ji çeteyên ku li ser erdnîgariya xwe dihewîne, xwedî dike, mezin dike vekişîne.

Em didin diyarkirin ku gelê me di wê zanebûna dikare berpirsyariya vê pêvajoyê ya dikeve ser milê xwe pêk bîne de ye, lê li şûna ku biçin deriyê sînor bila li qadên ku lê ne bertekên xwe yên demokratîk pêş bixin. Rêveberiyên me yên partiyê û hêzên demokrasiyê li her cihê ku lê ne pêwîst e di her kêliyê de li hember her êrîşên qirêj û yên pêş bikevin amade û hişyar bin. Di vê qonaxê de heyeteke ku ji rêveberiyên me yên navenda giştî û rêxistina bajarê Amedê pêk tê ji bo çûna Deriyê Sînor ê Kobanê-Pirsûsê hatine peywirdar kirin. Rewş û pêşketin wê di cih de bêne şopandin, tiştên ku pêwîst e werin kirin jî li gorî pêwîstiyan tavilê werin plankirin û wê bi gelê me û raya giştî re were parvekirin. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî pêşdeçûnan hişyar bin”