Unvar a YPJ'yî ji aliyê jinan ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Arîfe Unvar (Hêlîn Bagok), ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Mîdyatê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Arîfe Unvar (Hêlîn Bagok), ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Mîdyatê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin. Di axaftinên piştî merasîmê de hat destnîşankirin ku ciwanên Kurd xwedî li xaka xwe derdikevin û barê têkoşînê li ser pişta jin û ciwanan e.

Şervana YPJ'ê Arîfe Unvar (Hêlîn Bagok) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest da li gundê Selhê yê navçeya Mêrdîn Mîdyatê ji aliyê jinan ve hat definkirin. Cenazeyê şervana YPJ'ê Unvar piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî, radestî malbata wê hat kirin. Cenazeyê Unvar bi konvoyekê ber bi gundê Selhê ve hat birêkirin. Cenaze li pêşiya gund ji hêla welatiyan ve bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPJ'ê" pêşwazî kir. Jinan darbesta cenazeyê Unvar hilgirtin ser milan û birin mala ku lê hatiye dinyayê. Malbatê bi gotina "Tu bi xêr hat mala xwe keça me" cenazeyê Unvar hembêz kir.  

Cenazeyê Unvar bi xwendina duayan li goristana gund hat definkirin.Piştî merasîma definkirinê Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan axivî. Ocalan got ku di van demên dawî de êrîşên li hemberî Rojava zêde bûne û wiha axivî: "Ciwanên kurd xwedî li xaka xwe derdikevin. Di şer de gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dan." Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî got ku barê vê têkoşînê li ser milê jin û ciwanan e.