Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li Hesekê û Kobanê di dema ku Tirkiye û Koalîsyona Niştimanî ya Muxalefeta Sûriyeyê dest bi pêngava reşkirinê kirine, pêk hat û got ku di heman demê de ENKS’ê bêdengiya xwe didomîne.
Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê der barê êrîşên li dijî kantona Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû gelê herêmê kir ku li hember êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin.
Partiya Çep di daxuyaniya xwe de diyar kir ku komên çete yên DAIŞ’ê duh di ser Tirkiyeyê re êrîşî Kobana berxwedêr kirin û got ku bi dehan çete di sînorê Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûn û wesayîtên bombebarkirî di nava bajêr de teqandin. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşa çeteyan piştî rizgarkirina bajarên Girê Spî û Eyn Îsa pêk hatiye.
Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de her wiha destnîşan kir ku êrîş piştî êrîşên çapemeniyê ku ji aliyê Tirkiyeyê û koalîsyona li Stenbolê rûdinê û îdîayên wan pêk hatiye û ev tişt hate got: ˮTirkiye alîgirekî xwe yê xurt, DAIŞ’ê li ser sînorê Sûriyeyê winda kir. Diyar e ku têkçûna DAIŞ’ê Tirkiye serûbinîhev kiriye û ji ber wê yekê Koalîsyon û her wekî din ji bo berevajîkirina rastiyan dane bi kar anîn.ˮ
Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku hêza xwe bikin yek û piştgiriya hêzên YPG/YPJ’ê bikin, her wiha bang li hemû pêkhateyan hate kirin ku hêza xwe bikin yek û planên dijberiyê vala derxin. Her wiha bang li hêzên Kurd ên Sûriye, hêzên Kurdistanî û hemû demokrasîxwazên cîhanê hate kirin ku li dijî êrîşên gelê Rojava pêre rû bi rû dimîne bibînin re bê deng nemînin.
Di dawiya daxuyaniyê Pariya Çep piştgiriya xwe ya ji çeperên berxwedanê re anîn ziman.