BI DÎMEN

'Divê kedkar êdî bêhtir li cem HDP'ê cih bigirin'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "Encamên hilbijaritnê, tabloya derketiye holê têrê nake ku HDP bi tena serê xwe vê bernameyê bicih bîne. Lewma ji bo bicihanîna vê bernameyê divê kedkar vê şensê bidin HDP'ê."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "Encamên hilbijaritnê, tabloya derketiye holê têrê nake ku HDP bi tena serê xwe vê bernameyê bicih bîne. Lewma ji bo bicihanîna vê bernameyê divê kedkar vê şensê bidin HDP'ê."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerî, girîngiya encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo kedkaran û helwesta kedkaran a li pêşberî dibetiyên piştî hilbijartinê, ji ANF'ê re nirxand.

'KEDKARAN JI AKP'Ê HESAP PIRSÎN'

Şerîk bal kişand ser kedxwarî, komkujiya kedkaran û diyar kir ku li Bûrsa, Kocaelî, Stenbol, gelemperiya Marmara û Edeneyê AKP'ê dengên beriya niha wergirtibûn di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dest nexist û got, "Li van herêman nifûseke mezin a karker û kedkaran heye. Lewma karker û kedkaran di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hesap ji AKP'ê pirsîn. Ji ber vê yekê watedar e. Karker û kedkaran ji nelirêtî, zilm, cînayet û kedxwariya AKP'ê ya di bin navê 'qezayên kar' de dike û ji kapîtalîzma hov hesap pirsîn. Bê guman dema ev hesap pirsî, alîgirên kedê hilbijartin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de temsîlkarê kedê HDP bû. Lewma kedkaran di 7'ê Hezîranê de li cem HDP'ê cih girtin û helwesta xwe ya rast nîşan dan. Ji ber vê yekê girîng e, hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo kedkaran weke çerxerêyek, weke destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşînê were dîtin."

'PÊWÎSTE KEDKAR DIBETIYÊN PIŞTÎ HILBIJARTINÊ BAŞ BINIRXÎNIN

Cemal Şerîk anî ziman ku tabloya piştî hilbijartinê li Kurdistan û Tirkiyeyê derketiye holê gelekî girîng e û destnîşan kir ku divê kedkar li gorî vê encamê helwesta xwe ya ji niha û pê ve diyar bikin.

Şerîk bibîr xist ku HDP bi 80 parlamenteran cihê xwe di Meclîsê de girtiye û ev nirxandin kir: "AKP bi tena serê xwe nikare bibe hikûmet. Rewşa CHP û MHP'ê li ber çavan e. Di vê rewşê de ji bilî alternatîfa koalîsyonê tercîheke din nîne. Bê guman alternatîfên cuda hene, hikûmetên hindikahî, hikûmetên mutebeqeta neteweyî, hikûmetên ku dikarin werin wateya amadekariya hilbijartineke pêşwext, bên avakirin. Lê belê dema mirov encama ku hilbijartinê destnîşan kir li gorî prosedura hilbijartinê ya asayî binirxînin, hingî derdikeve holê ku partiyek bi tena serê xwe nikare bibe desthilatdar. Ev yek ji bo kedkaran girîng e. Beriya hilbijartinê, AKP ne di nav de hema hema hemû partiyên din soz dan kedkaran. Hewl dan pirsgirêkên kedkaran bînin ser ziman. Bê guman herî zêde jî HDP'ê bi lêv kir. Lewma em dikarin bêjin HDP bernameya HDP'ê bernameya kedkaran bû. Pirsgirêkên kedkaran dianî ziman. Kedkaran ev aliyê xwe di nava HDP'ê de dîtin. HDP ji bo karibe sozên xwe bicih bîne, herî kêm divê di nava hikûmetê de cih bigirta. Lê belê di rewşa heyî de, gelo wê HDP di nava hikûmetê de karibe cih bigire? Bê guman nîqaş li ser vê tê kirin. Ku di nava hikûmetê de cih bigire wê HDP bixwaze bernameya xwe bicih bîne. Di heman demê de gava helwesta xwe li hemberî alternatîfên hikûmetên were avakirin diyar bike, wê vê bernameya xwe ya alîgirê kedkaran li ber çavan bigire. Eger hikûmeta ava bibe helwesteke erênî ji bo bicihanîna vê bernameyê nîşan bide, wê demê wê HDP vê li ber çavan bigire. Lê belê divê ev xal di vir de were destnîşankirin; Encamên hilbijaritnê, tabloya derketiye holê têrê nake ku HDP bi tena serê xwe vê bernameyê bicih bîne. Lewma ji bo bicihanîna vê bernameyê divê kedkar vê şensê bidin HDP'ê. Ji ber vê yekê, kedkarên ku dengê xwe dane HDP'ê, pêwîste di rewşeke gengaz a hilbijartinên pêşwext an jî alternatîfên cuda de, hîn bêhtir li cem HDP'ê cih bigirin. Divê HDP rêjeya dengên xwe yên ji bo HDP'ê zêdetir bikin û helwesta xwe di vî warî de nîşan bidin. Ji xwe, çareseriya pirsgirêkên kedkaran ancax bi vî rengî pêk were."