Koordînasyona KJK'ê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de got, "Xwedîderketina mezin a di dema berxwedana Kobanê de hat nîşandan, divê li dijî êrîşan veguhere parastina mezin a serketina Kobanê. Weke KJK em bang li jinan dikin ku bi xurtî pêşengiyê ji vê berxwedanê re bikin."
Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ku di encamê de piraniya wan sivîl zêdeyî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi nefret şermezar kir. Koordînasyona KJK'ê hemû hêzên tiliya xwe di vê êrîşê de hene lanet kir û got, "Di serî de serê xizmên mirovên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û tevahiya gelê Kurd sax be. Ji birîndaran re jî em şîfa xêrê dixwazin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên nikarîn xwe li azadkirina Girê Spî û tevlîkirina bajêr li nava sîstema xweseriya demokratîk a gelên Rojava rabigirin, bi êrîşeke vekirî re xwestin tola têkçûna xwe ya mezin, hildin. Ji bo vê jî Kobanê hilbijart ku li vê derê derba herî mezin xwaribûn. Ji xwe Kobanê, li dijî tarîtiya ku çeteyên DAIŞ'ê temsîla wê dikin, bajarekî bûye nîşaneya serketin û berxwedaneke dîrokî ya bi pêşengiya jinê, ku nirxên ronî yên mirovahiyê temsîl dike."
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku rasthatin nîne di êrîşên li navenda Kobanê û gundê Berxbatanê de jin û zarok hedef hatine girtin û ev xal destnîşan kir: "Di vê êrîşê de nuqteya herî balkêş ew e, ku medya ser bi dewleta hikûmeta AKP'ê, ji saetên destpêkê yên êrîşê û pê ve îdîa kirin ku çete ji Cerablûsê derbasî Kobanê bûne û hewl dan AKP'ê mafdar nîşan bidin. Manîdar e ku beşek ji çapemeniya Başûrê Kurdistanê jî heman nûçeyên hatin servîskirin, weşandin. Halbûkî li gorî agahiyên heta niha bi dest ketine, çeteyên navenda Kobanê hedef girtin, ji deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê derbas bûne. Ev yek, tifaqa qirêj a di navbera AKP û DAIŞ'ê de careke din radixe pêş çavan. Dewleta hikûmeta AKP'ê û hêzên çekdar ên di bin fermana wan de, ku beriya serketina YPG/YPJ'ê ya li Girê Spî, bi çeteyên DAIŞ'ê re nehiştin gelê sivîl derbasî Tirkiyeyê bibin, vê carê çete bi wesayîtên bombebarkirî re di sînor re derbas kirine û çete xistine bin per û baskê xwe.
Divê AKP zanibe ku encamên vê tifaqa qirêj wê gelekî giran be. Eger bawer dike ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi teqandina bombeyan li Amed, Kobanê, Qamişlo bê astengkirin, hingî xwe dixapîne. Berxwedana gelê Kurd, bi taybetî jî jinên Kurd ên 40 sal in ji bo azadiya xwe berdêlên giran didin, wê ti carî neyê şikandin. Jİ ber ku di cewhera vê berxwedanê de dilsoziyek bê dawî ya azadiyê, vîneke mezin, ruhê fedaî û baweriyeke naheje, hene.
Li şûna pejirandina vê rastiyê, israra di polîtîkaya tinekirin û înkarê de, wê windahiyeke mezin bîne serê AKP'ê. AKP di vê mijarê de lîstikeke xetere dilîze û tevahiya gelên Tirkiyeyê bi xwe re ber bi karesatê ve dehf dide. Pêwîste haya gelên Tirkiyeyê ji vê hebe û bi lezgînî li dijî vê derkevin, li hemberî faşîzmê Neteweya Demokratîk biparêzin.
Di serî de jin, tevahiya gelê me hem li ser xetê hem li bin xetê, li her cihê lê dijî pêwîste li hemberî her şêwe êrîşan Şoreşa Rojava û nirxên jiyana azad biparêzin. Divê gelê me berxwedana xwe ya ji bo vê mezin bike, bi çalakiyên bi bandor re vê tifaqa qirêj têk bibe. Xwedîderketina mezin a di dema berxwedana Kobanê de hat nîşandan, divê li dijî êrîşan veguhere parastina mezin a serketina Kobanê. Weke KJK em bang li jinan dikin ku bi xurtî pêşengiyê ji vê berxwedanê re bikin."