Ji artêşa Tirk tevgera keşfê

Tevgera keşfê û operasyonên artêşa Tirk ên li qadên gerîla, her zêde dibin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera hewayî û operasyonên artêşa Tirk bê navber dewam dikin.

HPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Di 25'ê Hezîranê saet di 11:00 de li gundê Bilindbasan ê navçeya Colemêrg Geverê, artêşa T.C a dagirker derketiye operasyonê. Operasyon heman rojê saet di 18:00 de bi awayekî bê encam, bi dawî bûye.

Di 25'ê Hezîranê saet di navbera 20:00 - 21:00 de, balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker di ser herêma Avaşînê re tev geriyane. Di heman rojê de, saet di navbera 15:30 - 16:30 û 19:00- 22:00 de li xeta sînor a herêma Avaşîn, ji saet 05:30 ê 22'ê Hezîranê heta saet 12:00 ê 26'ê Hezîranê (îro) li qadên Şehîd Rahîme û Şukê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla dewam dike. Li gorî vê yekê;

Di 26'ê Hezîranê saet di navbera 03:00 - 11:00 de li herêma Heftanînê, di 25'ê Hezîranê saet di navbera 06:00 - 08:00 û ji saet 18:30 ê 25'ê Hezîranê heta saet 01:30 ê 26'ê Hezîranê li herêma Zapê û xeta ser sînor, di 25'ê Hezîranê saet di navbera 10:00 - 17: de li qada başûrê Mûşê, di 25'ê Hezîranê saet di 12:00 - 16:00 de li qada Akdag a navçeya Çewlik Dara Hênê, heman rojê saet di navbera 12:00 - 20:30 de li qada Şehîd Remzî ya navçeya Amed Liceyê, arêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.

Li derdora bendava li navçeya Amed Farqînê, artêşa T.C a dagirker dest bi çêkirina qereqoleke nû kiriye û li derdorê tedbîrên tund ên ewlekariyê tên girtin. Her wiha ji 23'ê Hezîranê û vir ve, li ser qada bendavê ya li navçeya Farqînê, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif tê kirin.

Ji 24'ê Hezîranê û pê ve li ser rêya li qada gundê Lolak ê navçeya Çewlik Xolxolê, artêşa T.C a dagirker keşif kiriye û kemîn daniye. Artêşa Tirk li rêyên vê herêmê nuqteyên kontrolê daniye û nasnameyan kontrol dike."