Operasyonên YPG/YPJ'ê dewam dikin

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî sivîlên li Kobanê, operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê dewam dikin.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî sivîlên li Kobanê, operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê dewam dikin. YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê bajêr hewl dane êrîş bikin û komeke biçûk a çeteyan bi botan di Çemê Firatê re derbas bûye. YPG'ê destnîşan kir ku ev koma çeteyan li nêzî gundê Şêxler a Jorîn hatiye dorpêçkirin.

Navenda Çapemehiyê ya YPG'ê da xuyakirin ku operasyonên YPG/YPJ'ê yên piştî êrîşên çeteyan ên duh serê sibehê li hemberî sivîlên li Kobanê lidar xistibûn destpê kir, dewam dike.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li 4 cihên nava bajêr hatine dorpêçkirin û da zanîn ku di tevahiya şev û rojê de li van cihan şerê dijwar qewimiye. Hat ragihandin ku di vî şerî de 2 maşînên çeteyan hatine rûxandin, 2 maşînên leşkerî, 1 maşîneya doçka 12,5mm li ser, 1 bêtela mezin a leşkerî û 1 kamera hatiye bidestxistin. Hat destnîşankirin ku operasyonên li van qadan dewam dike.

Navendê got, "Di şerê li nava bajêr de 3 hevrêyên me yên ku bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê" û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Komên çeteyan îro danê sibehê li rojavayê Kobanê jî hewl dan êrîşek lidarbixin. Komeke biçûk a çeteyan bi kêlekekî Çemê Firatê derbas kir û xwe gihand gundê Şêxler ê Jorîn. Lê hêzên me dor li vê komê girtiye. Şerê li vê herêmê hînê dewam dike."

Navendê da xuyakirin ku li başûrê Kobanê jî şerê di navbera hêzên YPG/YPJ û komên çete de dewam dikin û got, "Komên çeteyan şevê din li hember girê Şehîd Xabûr bi du baskan, li herêma Mecmela Gazê jî bi 3 baskan ve êrîşek kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê nehat zelalkirin. Hêzên me li vê qadê tevî 6 termên çeteyan 16 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û gelek cabilxaneyên van çekan bi dest xistin. 

Di şerê li vê qadê de hevrêyekî me û şervanekî Şemsî Şîmal ên ku bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê. 

Di şerê li gundê Berxbatan ê duh ji aliyê çeteyan ve komkujî lê hatibû kirin de 3 hevrêyên me  yên ku bi lehengî şer dikirin gihîştin şehadetê."