'Li Meclîsê em ê ji bo girtiyên nexweş hevdîtinan bikin’

TUHAD-FED a Enqereyê, ji bo dawî li binpêkirina mafên girtiyên nexweş û siyasî bê anîn, wê bi partiyên siyasî yên li Meclîsê re hevdîtinan bike.

Binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî yên li hemberî girtiyên li girtîgehên Amasya û Sîncanê tên kirin, malbatan û parêzvanên mafên mirovan dixin nava fikaran. Nûneriya TUHAD-FED a Enqereyê, ji bo dawî li binpêkirina mafên girtiyên nexweş û siyasî bê anîn, wê bi partiyên siyasî yên li Meclîsê re hevdîtinan bike.

Li girtîgehên Tirkiyeyê ku pisgirêkên mafan û demokratîkbûnê her dewam in. Pirsgirêkan vê carê xwe li girtîgeha bi tîpa E ya Amasyayê dan der. Li ser 34 girtiyên ji doza PKK'ê îşkenceya psîkolojîk û pêkanînên kêfî tên kirin. Ev pêkanîn malbatan dixe nava fikaran.

Malbatên girtiyan li Nûneriya TUHAD-FED a Enqereyê geriyan û pirsgirêkên li girtîgehan vegotin. Nûnera TUHAD-FED a Enqereyê Hava Ozcan ji ANF’ê re axivî û got: “Girtiyan dernaxînin spor û hewadankê. Seranserê rojê deriyê wan girtî dihêlin û nayên berdan. Sewqa girtiyên nexweş nayê kirin. Girtiyek ji bo nexweşxaneyê tê sewqkirin û tevî vê nabin nexweşxanê.  Destûrê nadin ti xebatên civakî. Malbat bi fikar in.”

Ozcan da xuyakirin ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Sîncanê jî girtiyên nexweş nayên kontrolkirin û got: “Leşker sûc dixe stûyê îdareyê, îrade jî leşkeran nîşan dide. Îdare dibêje me sewq derxistiye, wê leşker bibin. Leşker jî dibêjin wesayîta rîngê tine, em nabin.  Yanî girtiyên nexweş nayên dermankirin.”

'REWŞA HAYATÎ KAYTAN CIDÎ YE'

Ozcan bi lêv kir ku Hayatî Kaytan ê ji ber ûr di serî wî de bû hatiye emeliyatkirin, divê demildest bê kontrolkirin û got: “Lê nabin nexweşxaneyê. Ji mêjiyê xwe emeliyat bû. Lê ev ûr bi nexweşiya epîlepsî ketiye. Divê biçe kontrolên rûtîn. Bila ev kîn û nefret biqede êdî. Derdikevin televîzyonan behsa mafên mirovan, demokrasiyê dikin. Lê mixabin ev li girtîgehan derbas nabin. Em bi fikara ku 'wê îro girtiyek bimire', dijîn. Di 6 mehên salê de 9 kes li girtîgehan mirin. Du heban krîza dil derbas kirin. Divê li girtîgehan 24 saetan doktor hebe. Lê doktor tine, ambûlans tine. Hekîm tine.”

'RIZA KAZICI LI BER ÇAVAN MIR'

Ozcan wiha berdewma kir: “Çend roj berê di 15’ê Hezîranê de Riza Kazici mir. Ji roviyên wî tên emeliyatkirn. Tînin nexweşxaneyê. Mîkrobê digire û dimire.” Ozcan da zanîn ku wê di rojên pêş de wek TUHAD-FED’ê ji partiyên siyasî randevuyê bixwazin û emê bi raporên girtiyên nexweş rewşa wan bînin ziman. Ozcan got niha 200 kesên ku rewşa wan lezgîn e hene.