Ava Kaniyan wê êdî biherike navenda bajêr
Ava kaniyên navçeya Dêrsim Pulurê, ji bo vexwarinê wê ber bi navenda bajêr ve were herikandin.
Ava kaniyên navçeya Dêrsim Pulurê, ji bo vexwarinê wê ber bi navenda bajêr ve were herikandin.
Ava kaniyên navçeya Dêrsim Pulurê, ji bo vexwarinê wê ber bi navenda bajêr ve were herikandin.
Şaredariya Pulurê, bi zêdebûna nifûsa navçeyê re ji bo ku hewcedariya avê ya navçeyê peyda bikin û bi tendurist be, li navçeyê gelek xebatên ava vexwarinê dan destpêkirin. Lêkolînên li ser Ava Mercan û Ava Kaniyan ên li navçeyê bi dawî bûn. Ji ber ku di herikandina ava Mercan de maliyeteke giran hebû, bi DSÎ re biryar hat girtin ku çavkaniyên ava kaniyan bînin navenda bajar.
Hevşaredar Îbrahîm Kasûn der barê projeyê de got: “Şaredariya me ava vexwarinê ji Hagu, Hakîs, Zagge2 û du kaniyên ava vexwarinê ya taxa Cumhuriyetê peyda dike. Ava ji Hagu, Hakîs û Zagge bi xwezayî diherikin û di mehên biharê de ji ber şiliyê ava wan qirêj dibe û di mehên payîzê de jî kêm dibin. Di bîrên Zagge2 û taxa Cumhuriyetê de bikaranîna elektîrîkê, maliyetê zêde dike."
Kasûn diyar kir zêdebûna nifûsa navçeyê li ber çavan hatiye girtin û ji bo ku polîtîkayeke demdirêj a têkildarî avê bê nirxandin dest bi xebatan kirine û got: “Hemû şebeke hatin nûkirin û ji bo ku cihên depoyên nû bên avakirin, xebatên teknîkî û otomosyonê destpê kirin. Di vê çarçoveyê de bêyî enerjî bê bikaranîn çavkaniyên avê yên ku bersivê didin hewcedariyên me, hatine lêkolînkirin. Di encama van xebatan de biryar hatiye girtin ku ava Pulur, Mercan û Kaniyan bê kişandin. Di çarçoveya van xebatan de di 2013’an de bi DSÎ’yê re hevdîtin hatin kirin. Meclîsa Şaredariyê ji bo ku proje ji aliyê DÎS’ê ve bê kirin, biryara meclîsê girtiye û şandiye DSÎ’yê.
Xebatên hatine kirin di asta wezaretê de erênî encam bûye. Midûriyeta DSÎ ya Elezîz û Midûriyeta Giştî, bi şaredariya me re xebat meşand û di encama van xebatan de biryar hatiye girtin ku Ava Kaniyên Pulurê bînin navendê. Ava Kaniyên Pulurê wek ava herî baş a Tirkiyeyê hatiye hilbijartin. Anîna ava van kaniyan ji aliyê Midûriyeta Giştî ya DSÎ’yê ve erênî hatiye dîtin. Piştî belge bên şandin wê proje derkeve îhaleyê. Tê plankirin xebat di nava 2 salan de temem be. Şaredariya me wê demeke dirêj deyndarê DSÎ’yê be û projeyê pêk bîne.”