Erzîncan: Sîstema Îmraliyê ti carî nayê qebûlkirin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bandora astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re li pêvajoyê û planên kirêt ên dewleta Tirk ên li dijî hêzên azadiyê nirxand.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bandora astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan re li pêvajoyê û planên kirêt ên dewleta Tirk ên li dijî hêzên azadiyê nirxand. Erzîncan diyark ir ku rojeva bingehîn a vê pêvajoyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û anî ziman ku sîstema Îmraliyê ji destpêkê bi nêzîkatiyeke mîna Girtîgeha Gûantanamo tê nirxandin, ev rewş ti carî nayê qebûlkirin û heta azadiya Rêbertiya wan, ew ê têkoşîna xwe xurt bikin.

Erzîncan da xuyakirin ku sîstema Îmraliyê hînê li derveyî qanûnên di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de ji bo girtî û hikumxwaran hatine diyarkirin, bi rêvebernameyên gelekî taybet tê birêvebirin e û got, "Sîstema Îmraliyê ji destpêkê bi nêzîkatiyeke dişibe ya Girtîgeha Gûantanamo hatiye nirxandin. Ev sîstem li gorî karaktera dîrokî û xweseriya siyasî ya Tirkiyeyê hatiye destnîşankirin. Weke ku tê zanîn Girtîgeha Gûantanamo baregeh û girtîgeha leşkerî ya DYA ye, ku milîtanên Talîban û El Qaîdeyê lê tên ragirtin. Girtîgeha Îmraliyê jî li ser vê bingehê hatiye nirxandin. Lê belê xwedî sîstemeke li gorî rêvebernameyên taybet tê bi rêvebirin e."

'RÊBERTIYA ME ŞOREŞEKE MEZIN A ZÎHNIYETÊ PÊK ANIYE'

Erzîcan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezintirîn berxwedana dîroka zîndanê bi awayekî awarte pêk aniye û got, "Bi berxwedanê re bi sînor nema. Di kesayetiya xwe de Kurd û bi taybetî jî ji bo azadiya jinan, şoreşeke mezin a zîhniyetê, vîn û hişmendiyeke mezin derxistiye holê. Tevî hemû zor û zehmetiyan sekna îdeolojîk-polîtîka a vê yekê nîşan daye."

Erzîncan da zanîn ku ji bo Ocalan tevlî pêvajoya siyasî nebe û nêrînên wî negihêjin raya giştî, tê tecrîdkirin û got, "Rêbertiya me feraset û modela jiyaneke nû pêşkêşî mirovahiyê dike."

Erzîncan ragihand ku lêgerîna azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî bûye malê hemû gelan û ev xal destnîşan kir: "Dema bandora xurt a qewimînên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê li sîstema kapîtalîst were nirxandin, wê bi hêsanî were fêmkirin ku çavkaniyên bingehîn ên polîtîkaya îzolasyon û tecrîda li hemberî Rêbertiya me çi ye. Hewl tê dayîn rola pêşengiyê ya Rêbertiya me ji bo mirovahiyê dilîze ji holê bê rakirin û bi vî rengî bê bandor were hiştin."

Erzîncan da xuyakirin ku astengkirina hevdîtinan di pêvajoyeke bi vî rengî de, pêwendiya xwe yekser bi pêvajoya çareseriyê re heye. 

'ASTENGKIRINA HEVDÎTINA BI RÊBERTIYÊ RE PÊWENDIYA XWE BI QEWIMÎNÊN DAWÎ HEYE'

Erzîncan got, "Bi pêvajoyên Şengal û Kobanê re piştî pratîkên me yên azadkirin û parastina gelan, di serî de gelên Tirkiyeyê tevahiya mirovahiya pêşverû bi sempatî nêzî me bûn. Bi xebatên Rêbertiya me re li Dolmabahçeyê hevdîtineke dîrokî pêk hat. Û yekemcar hewldaneke ku Kurd bi awayekî fermî mûxatab bê girtin, derket holê. Lê belê pêşketina tevgera me ya bi desteka gel re mezin dibe, di serî de Recep Tayyîp Erdogan, di nava sîstema kapîtalîst de rê li ber fikar û gumanan vekir. Feraseta dewletê ya Erdogan temsîl dike, Kurdên hîn bêhtir vîna xwe qels û teslîmgirtî dixwest. Lewma ji bo di hilbijartinan de HDP bi ser nekeve, ket nava hewldan û rêbazên şerê taybet. Bi windakirina HDP'ê di hilbijartinan re xwest mûxatabekî vîna xwe qels li pêşberî xwe bibîne. Lê encameke berevajî bendewariyên wan derket holê. Piştî ku HDP bend derbas kir û li Rojava jî serketina Girê Spî hat rojevê, planên wan serûbin bûn. Çavkaniya bingehîn a astengkirina hevdîtina bi Rêberê me re, ev e. Dewleta Tirk bi feraseteke neteweperest re, xurtbûna Rêbertiya me û xurtbûna gelê Kurd, weke bidawîbûna xwe dibîne."

Erzîncan bal kişand ser hestyariya gelê Kurd a di mijara hevdîtina Ocalan bi heyetê û parêzeran re û destnÎşan kir ku mercên tenduristiyê û ewlekariyê, pêkanîna hevdîtinan bi rek û pêk, pîvana bingehîn a samîmiyeta li pêvajoyê ye. Erzîncan got, "Di çareseriya pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û qanûnî de mûxatabê bingehîn, sermuzakerevan Rêberê me Abdullah Ocalan e. Pêknehatina hevdîtinan bi awayekî şênber nîşan bide ku pêvajoya çareseriyê êdî nameşe."

'TECRÎD TI CARÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Erzîncan ragihand ku di vê pêvajoyê de rojeva wan a bingehîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Ev ti carî nayê qebûlkirin û heta Rêbertiya me azad bibe em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê feraseta jiyanê û azadiyê ya Rêbertiya me, li çar aliyên welatê me û Rojhilata Navîn belav bikin. Em ê vê yekê jî bi plansazî û pratîkên xurt bikin. Her roj û deqeyên Rêbertiya me di bin tecrîdê de tê ragirtin, wê bibe sedema bingehîn a belavkirin û pratîkkirina rêbaza jiyana alternatîf û nêrînên Rêbertiya me. Wê bibe sedema mezinkirina felsefeya jiyana Apoyî li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê."