Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan da xuyakirin ku bûyer û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê di nava Êzidiyan de rê li ber coş û hêviyek mezin vekirine û banga "bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin' li hemû rêxistinên Kurdan kir.
MEHDÎ DOGAN / ANF
ŞENGAL
çarşem, 24 pûşperê 2015, 09:17
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan da xuyakirin ku bûyer û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê di nava Êzidiyan de rê li ber coş û hêviyek mezin vekirine û banga "bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin' li hemû rêxistinên Kurdan kir.
Civyan ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku bi taybetî divê PDK dest ji helwesta xwe ya lihevnekirinê berde û ji bo yekîtiya Kurdan wezîfeyên xwe bicih bîne.
'ŞERVANÊN KURD DAIŞ TÊK BIRIN'
Civyan bibîr xist ku li gelemperiya Sûriye û ıraqê, bi taybetî li parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê zêdeyî saleke li dijî çeteyên faşîst DAIŞ'ê şerekî cidî tê meşandin û got, "Bi teror û hovîtiya li herêmê dikir re, di nava gel û girseyan de rê li ber psîkolojiyeke 'têk naçe' vekiribûn. Yanî atmosfereke 'berxwedana li hemberî DAIŞ'ê bê wate ye, êrîşî ku derê bikin ew ê bi dest bixin' hatibû afirandin. Lê belê şervanên Kurd ev atmosfer şikandin, DAIŞ têk birin."
'YÊN DAIŞ SEKINANDIN APOYÎ NE'
Civyan anî ziman ku diviyabû hin kes derketibûna pêş û ev hovîtî bisekinandibûya, nirxên hevpar ên mirovahiyê, mirovahî, edalet, aştî, biratî û hevgirtina azad a gelan ji aliyê hin kesan ve bihata parastin û got, "Diviyabû cesareta vê bihata nîşandan. Tevgera Apoyî ev cesaret nîşan da û bi cesaret, fedekarî û lehengiya xwe re nîşanî tevahiya cîhanê da ku ev çeteya bê esîl dikare were têkbirin. Vê destana bi berdêlên mezin hat afirandin, li tevahiya cîhanê sînerjiyeke mezin derxist holê û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê veguherand têkoşîna parastina nirxên hevpar ên mirovahiyê. Cesaretek, moralek û manewiyatek derxist holê. Bi sedan mirovên ji reng, ziman û baweriyên cuda li dora nirxên hevpar civand û eniyeke mezin a berxwedanê afirand. Ev enî roj bi roj mezin û xurt dibe. Dem hatiye ku ev nexweşiya dîrokê li binê xîzên çolê bê binaxkirin."
'ROJAVA JI BO ÊZIDIYAN BÛ HÊVIYEKE MEZIN'
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan anî ziman ku têkoşîna herî mezin a vê berxwedanê li Rojava tê meşandin û ev nirxandin kir: "Pêşengiya vê berxwedanê îro ev enî dike. Herî dawî bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re, derbên mezin li van çeteyên gefê li herêmê dixwin, hat xistin. Ji gelek cihan hatin derxistin. Bi operasyonên Til Hemîs, Til Berak, Til Temir, Çiyayê Kizwanan û herî dawî jî bi serketina Girê Spî re derbên giran li çeteyan hatin xistin. Her derba ku li vê gurûhê tê xistin, extiyar, ciwan, jin, mêr, Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî her kes kêfxweş dibe û moralê jê digirin. Ji ber vê yekê operasyonên li van deran tên meşandin û derbên li çeteyan tên xistin, beriya her tiştî di nava civata me ya Êzidî de ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de fermaneke mezin bi serê wan de hat, coş û moraleke mezin diafirîne. Bi fermaneke ku bi hezaran mirov esîr hatin girtin, bi hezaran mirov hatin qetilkirin re hat xwestin ku çandek, baweriyek û bingeheke dîrokî bên tinekirin. Hovîtiya li vê derê rû da, ewçend mezin e ku bi salan ji hişê mirovan dernakeve. Lewma yê ku herî zêde kêfxweşiyê heq dike civata me ya Êzidî ye. Ji ber vê yekê bi taybetî operasyona Çiyayê Kizwanan û serketinên piştre derketin holê, li Şengalê rê li ber moraleke mezin vekir. Kengî çeteyan derb xwarin û hatin qewirandin, gelê me yê li Şengalê bêhtir dibe xwedî moral û hêviya vegera li cih û warên xwe yên pîroz, mezintir dibe. Bi van operasyonan re mewziyên çeteyan ên gef li xeta bakur ê çiyê dixwarin ji holê hatin rakirin û çete ji vir hatin derxistin."
'AZADIYA ŞENGALÊ WEZÎFEYEKE DÎROKÎ YE'
Fermandar Egîd Civyan diyar kir van serketinên li Rojavayê Kurdistanê, wezîfeya azadkirina Şengalê bêhtir li ser wan ferz kirine û destnîşan kir ku bêyî li benda operasyonên Mûsil û Ramadiyeyê bisekinin, wezîfeya wan e ku di ser xeta Şengal û Rojava re operasyonek were destpêkirin û çete ji herêmê bên avêtin.
Civyan anî ziman ku hemû hêzên di çeperên 'Pêngava Azadkirina' Şengalê de cih digirin gerîla, pêşmerge û şervanên Êzidî YBŞ, neçar in bi vê têgihiştinê tevbigerin û di bin sîwana fermandariyeke hevpar a li eniya berxwedanê ya hevpar de, plansaziyeke hevpar amade bikin û got, "Ji her demê bêhtir hêz û biryardariya me heye ku em vê yekê bi tena serê xwe bikin û di vir de ti şik û gumana me nîne. Lê belê di nava van çeperan de hêzên din ên Kurd hene. Ji ber vê yekê armanca me ya destpêkê avakirina eniyeke Kurd û tevgera hevpar e. Di roja îro de kî ji ê wezîfeyê bireve, wê di nava gelê me de winda bike. Dîrok her carê firsendên bi vî rengî pêşkêş nake. Dem hatiye ku em li şoreşa demokratîk û siyasî ya li Bakurê Kurdistanê, li serketina leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê, êdî azadiya Şengalê û civata xwe ya Êzidî zêde bikin. Ji her demê bêhtir îro girîng e ku li Şengal û derdora wê, gaveke mezin bê avêtin."
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan bal kişand ser hin kêmasiyên di nêzîkatiyên PDK û YNK'ê de û got, "Hînê fermandariyeke hevpar qebûl nakin, xwe nêzî planeke hevpar a azadkirina Şengalê ji aliyê gerîla û pêşmergeyan ve nakin û hewl didin vê yekê ji demê re û pêngaveke giştî re bihêlin."
Civyan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Zêdeyî şeş meh in em li heman mewziyan şer dikin, şehîd û birîndarên me çêdibin. Di nava rastiyeke bi vî rengî de reva ji vê yekê, bandoreke neyînî li pêvajoyê dike. Her çend YNK dibêje ew ji hevpariyeke bi vî rengî re amade ye jî, li bendê ye ku biryar û însiyatîfa vê ji aliyê PDK'ê ve were dayîn. Ev nêzîkatî li gorî me ne rast e. Di salvegera fermanê de, weke sê hêzên mezin ên gelê Kurd deynê me ye ku em vê yekê ji bo Şengalê û civata xwe ya Êzidî bicih bînin. Ji ber fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê divê hemû rêxistinên Kurd rexnedayîna xwe bidin. Em weke HPG, piştî dagirkeriya Mûsilê, li gorî nêrînên zelal ên Rêbertiya me yên li ser gengaziya komkujiya li hemberî civata me ya Êzidî hebû, bi komeke biçûk a gerîla me hewl da gelê xwe biparêze. Lê belê ji ber ku bi hêzeke xurt me nekarî di parastina gelê xwe de tedbîran bigire, em rexnedayîna xwe didin. Lê belê ji me bêhtir hêzên parastinê yên hikûmeta Federe neçar in rexnedayîna xwe bidin."
'HELWESTA PDK'Ê ZERARÊ DIDE YEKÎTIYA NETEWEYÎ'
Civyan bal kişand ser polîtîkayên PDK'ê yên li dijî hebûna tevgera wan a li Şengalê û destnîşan kir ku ev polîtîka şaş e. Civyan anî ziman ku sererastkirina van polîtîkayên şaş beriya her tiştî wê xizmetê ji pêşeroja Başûrê Kurdistanê re bike û got, "Di demeke ku li Başûrê Kurdistanê dagirkeriya DAIŞ'ê heye û hilbijartinên serokatiya herêma federe di rojevê de ye de, helwesta li dijî hebûna me ya li vê derê, bi tenê zerarê dide nirxên me yên neteweyî. Polîtîkayên şaş ên li dijî tevgera me, bi tenê wê bide windakirin. Mînaka vê ya herî diyar Erdogan e. Lewma divê van polîtîkayên xwe sererast bike û ev sererastkirin wê beriya her tiştî bi kêrî Başûrê Kurdistanê were. Ji bo vê jî beriya her tiştî pêwîstî bi rewşeke baweriyê heye. Divê ev bawerî ji tevahiya gelê Kurdistanê re were dayîn. Ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ji her demê bêhtir zemîn heye."
Ji bo statuya Şengalê ya di destûra bingehîn a Başûrê Kurdistanê de Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan ev nirxandin kir:
"Di demeke ku li Iraqê nîqaşên li ser destûra bingehîn dewam dike de, pêwîste pêşeroja Şengalê û civata Êzidî bi destûra bingehîn re were ewlekirin. Em alîgirin ku sîstemeke hemû çand û bawerî tê de ewle be û her kes xwe bi xwe bi rêve bibe, were avakirin. Ev birêxistinkirin dikare di nava sîstemeke ser bi hikûmeta Kurd a federe de jî bibe. Ya girîng e ew ku civata me ya Êzidî xwe bi sîstemeke xweseriya demokratîk bi rêve bibe, rêxistinbûyîneke wan a demokratîk a karibe xwe pê biparêze were avakirin û ev yek di destûreke bingehîn a demokratîk de bê ewlekirin."