Li Dêrsimê 5 kes hatin girtin

Li Dersimê ji 7 kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin.

Li Dersimê ji 7 kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin.

Li Dêrsimê berî niha bi 2 rojan polîsan bi awayekî hemwext girtin ser Komeleya Eniya Gelan û maleke li Taxa Înonu û 7 kes kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin piştî Midûriyeta Polîsan a Bajêr sewqî Edliyeya Dêrsimê hatin kirin. Yaprak Okdemîr û Rojda Yalçinkaya piştî îfadeya li dozgeriyê ku hatin berdan, Cansi Ozturk, Nûrgul Korkmaz, Zeynep Karademîr, Neslîhan Albayrak û Diyar Zengîn bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Piştî kar û barên li dadgehê her pênc kes bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Dêrsimê.