YPG: Li bakurê Eyn Îsa 5 gund hatin rizgarkirin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li bakurê bajarokê Eyn Îsa 5 gund û embarên genim ji çeteyan hatine paqijkirin.

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya hêzên YPG/YPJ ên Kantonên Cizîr û Kobanê, di roja 49. de bi operasyonan dewam dike.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser encamên dawî yên pêngavê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku piştî azadkirina bajarokê Eyn Îsa, hêzên YPG/YPJ'ê li bakurê bajarok derketine operasyonê.

Hat ragihandin ku di encama van operasyonan de gundên Me'ruda a Jor, Me'ruda a Jêr, Westa, Siweyhan û Ebdo, dîsa embarên genim ên nêzî gundê Ebdo ji çeteyan hatine paqijkirin. 

Navendê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku xebatên lêgerînê yên li bajarokê Eyn Îsa dewam dikin û li vê derê doçkayeke 23,5mm a çeteyan hatiye bidestxistin.