Di êrîşên li Hesekê de 10 leşker mirin

Li Hesekê, di êrîşên bombeyî yên duh êvarê li sê nuqteyên cuda hatin kirin de 10 leşker mirin, jin û zarok jî di nav de 20 kes birîndar bûn.

Li Hesekê, di êrîşên bombeyî yên duh êvarê li sê nuqteyên cuda hatin kirin de 10 leşker mirin, jin û zarok jî di nav de 20 kes birîndar bûn.

Duh êvarê saet di 18:50 de li nêzî Nexweşxaneya Zarokana Hesekê ya li taxa Newşa Şerqî, wesayîteke bombebarkirî teqiya. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku di êrîşê de tevî jin û zarokan 13 kes birîndar bûne.

Heman piştî teqîna li nêzî nexweşxaneyê, li Navenda Leşkerî ya Hecana ya li Çerxerêya Hafiz Esad, êrîşek rû da. 4 kesên bombe li xwe pêçandibûn, ketin hundirê avahiyê û xwe teqandin. Hat ragihandin ku di êrîşê de 4 êrîşkar mirine û tevî cenazeyê 10 leşkerên rejîmê, 7 leşkerên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.

Li kolana pişt Navenda Asayîşê ya weke 'Navenda Bakur' tê naskirin a li nêzî Xaçerêya Sînalgo ya li taxa Til Hacerê, di êrîşa bi qemyoneke bombebarkirî de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes birîndar bûn. Ji ber teqînê, avahiya kargeha gazozan a li cihê teqînê jî hilweşiya.