Rêveberiyên Cizîr û Kobanê li Girê Spî civiyan
Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîr û Kobanê li bajarê Girê Spî daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîr û Kobanê li bajarê Girê Spî daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîr û Kobanê li bajarê Girê Spî daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Li ser navê Meclîsa Rêveber a Kobanê Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Xalid Berkel axivî û bi xêr hatina şandeya rêveberiya Cizîrê kir. Berkel got: "Ev roj rojeke dîrokî û pîroz e, xewn û hêviyên ku ev demeke dirêj em li bendê ne pêk hat. Ev roj bi xwîna cangoriyan pêk hat û cangoriyan xwe kirin pêşeng ji bo em bigihêjin vê rojê. Kombûna me li vî bajarê dîrokî ku ev demeke dirêj e di bin sîstema dagerkeriya sîstemên Baas û DAIŞ ku ti caran hebûna Kurdan qebûl ne dikirin de bû, îro azad e."
Berkel di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku serketinên hatin bidexxistin bi saya berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê û hêzên hevbeş pêk hatiye û wiha dom kir: "Armanca YPG'ê û hêzên hevbeş avakirina Sûriyekî demokratîk e ku mafê hemû pêkhateyan biparêze
Li ser navê rêveberiya Kantona Cizîrê jî Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso peyivî û di serî de bi xêr hatina rêveberiya kantona Kobanê kir û got: "Îro em li vir li hev civiyane, ev rojeke dîrokî ye. Em serketinan li vir li hev pîroz dikin. Ev ji bo me şahiya serketina bi can û keda cangoriyan pêk hatiye ye. Pêwîste em heta dawî şopdarên riya cangoriyên xwe bin.ˮ
Hiso da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk bi hemû hêza xwe ji hemû raya giştî ya cîhanê re îspat kiriye ku dikare herêmê bi rêve bibe û wiha direjî da axaftina xwe: "Ji Dêrikê, Girê Spî û heta Kobanê îro bûye yek. Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojavayê Kurdistanê biryar dane ku wê bi hemû hêza xwe xizmeta Girê Spî û hemû pêkhateyên wê bike. Gelê me û rêveberiya xwe ya xweser îspat kiriye ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk e."
Hiso bang li hemû pêkhateyan kir ku parastina destketiyan bikin û wiha dom kir: "Li Rojava destketiyên mezin hatin bidestxistin, pêwîste hemû kes cihê xwe di nava xebatên parastina destketiyan de bigirin. Pêwîste hemû pêkhateyên Girê Spî û Kobanê vegerin hembêza dayika xwe Rojavayê Kurdistanê û di xebatên avakirinê de cihê xwe bigirin."
Piştî Hiso Cîgera wî Elîzabêt Goriyê axivî û spasiya şervanên YPG ê û Burkan El Firat ku hiştin herêmê aram û azad bibe kir.
Goriyê di dawiya axaftina xwe ya bi zimanê Suryanî de serketin li hemû pêkhateyên Suryanî û hemû gelê Sûriyê pîroz kir.
Piştî axaftinan her du heyet ber bi Kobanê ve bi rê ketin û wê li wir hevdîtinê bikin.