Li Parîsê çalakiya, ‘edalet û ronahiyê’

Weke her Çarşemê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê Kurdistaniyan û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst gotin, “edalet û ronahî”.

Weke her Çarşemê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê Kurdistaniyan û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst gotin, “edalet û ronahî”.

Bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê weke her Çarşemê îro jî Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bûn, bi dirûşman, di destê wan de flamayên wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser û wêneyên girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan hilgirtin.

Di meşa ku heta li ber Buroya Enformasyonê yya Kurdistanê hat lidarxistin, di axaftinan de hat bibîrxistin ku Fransa neçare hêzên li pişt komkujiyê aşkera bike.

Girse dema gihişt ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Careke din daxwaza “edalet û ronahiyê” li Fransa hat kirin. Rojevek din a vê hefteyê ya çalakiya Çarşemê jî kampanyaya KJAR a têkildarî girtiya siyasî Zeynep Celaliyan hatiye destpêkirin bû. Piştî çalakiyê kartên bi daxwaza azadiya Celaliyan bi awayekî komî ji postaxaneya Gare de l’Est hatin şandin. 

...