Şervanê YPG’ê Dûrgin ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê Abdulkadîr Dûrgin, li navçeya Pîran a Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Abdulkadîr Dûrgin, li navçeya Pîran a Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Abdulkadîr Dûrgin (Şerzat Diyarbaz) ê 20’ê Tebaxa 2013’an li gundê Sikêriyê yê girêdayî bajaroka Çilaxa ya Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Pîran a Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Piştî karûbarên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya cenaze ji bo ber bi rêwîtiya dawî ve bê oxirkirin bi sedan wesayîtan ber bi navçeya Pîran a Amedê ve hat rêkirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Dûrgin di ketina Pîranê de ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin.

Parlamenterên Amedê yên HDP’ê Nûrsel Aydogan, Îdrîs Balûken û Edîp Berk jî tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Dûrgin ku anîn “Şehîdgeha Şêx Seîd” a li gundê Kûrşûnlû yê girêdayî navçeyê, piştî wecîbeyên olî spartin axê. Bav Buhar Dûrgin ê di merasîma cenaze de axivî got, “Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Ew di oxira rêya jê bawer dikir ji bo parastina şeref û rûmeta gelê Kurd, dema li hember çeteyên barbar şer dikir şehîd ket.” Bav Dûrgin got ku bi kurê xwe serbilind e, ji niha û şûn ve ji bo bibe layiqî kesên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane wê bixebitin.”