Li Efrînê amadekariya hilbijartinan

Desteya Rêveberiya Herêmî, Şaredarî û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi armanca amadekariyên hilbijartinên şaredariyan, civînek ji endamên şaredariya navçeya Mabata re li dar xistin.

Desteya Rêveberiya Herêmî, Şaredarî û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi armanca amadekariyên hilbijartinên şaredariyan, civînek ji endamên şaredariya navçeya Mabata re li dar xistin.

Civîn, li navenda şaredariya Navçeyê Bilbilê bi beşdarbûna Serokê Meclîsa Zagonsaz Mihemed Seyîd Yûsif, Seroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Efrînê Nûrşan Husên, Alîkarê Meclîsa Rêveber a Efrînê Remzî Şêx Mûsa, Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Bijav Murad, endamên şaredariyê û rêveberên TEV-DEM’ê beşdar bûn.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, paşê beşdaran nîqaş kirin û der barê pratîkirina xebatên şaredariyê jî nerîn hatin girtin.