Ji bo Aksakal ê MLKP’yî li tabûra Şehîd Serkan merasîm

Şervanên MLKP’ê yên Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) bibîr anîn û gotin: “Ew jî weke hemû şervanan bûye barhilgirê êgir. Wan wezîfe û mîsyona mezinkirina şoreşa Rojava hilgirtine.”

Şervanên MLKP’ê yên Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) bibîr anîn û gotin: “Ew jî weke hemû şervanan bûye barhilgirê êgir. Wan wezîfe û mîsyona mezinkirina şoreşa Rojava hilgirtine.” Şervanan soza girêdana bi bîranîna Halîl Aksakal ê wek “Şehîdê têkoşîna wekhevî û rûmetê ya gelan” bi nav dikin dan.

Endamê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst û şervanê MLKP’ê Halîl Aksakal ê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Serêkaniyê li Tabûra Şehîd Serkan bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn.

DI BÎRANÎNÊ DE NÛNERÊN TKP-ML/TÎKKO AMADE BÛN

Di merasîma leşkerî de piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê Fermandarê Tabûra Şehîd Serkan Ahmet Şoreş axivî.

Ahmet Şoreş di destpêka axaftina xwe de Mazlûm Aktaş bibîr anî û bal kişand ser pêvajoya tevlîbûnê û aliyên bi reng, civakî û şervantiya polîtîk a Halîl Aksakal.

Yek ji fermandarên MLKP’ê Baran Serhad jî got: “Wek ewladekî ji neteweya Ereb dema ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojava şer dikir şehîd ket.”

Nûnerê TKP-ML/TÎKKO jî bal kişand ser axaftina Mazlûm Aktaş dema wek Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst tevlî pêngava Girê Spî bûn û got: “Gotibû em di vê pêngavê de li serketinê kilîd dibin. Vaye îro ev gotin pêk hatin. Serketin bû ya kesên ji bo azadiyê şer dikin.”

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdên şoreşê û azadiyê re bi dawî bû.