Karmendan êrîşî karkeran kirin: 3 karker birîndar bûn
Karkerên di bendava Ilısû ya sala 2007’an hat destpêkirin û tevî hemû bertekan jî çêkirina wê didome, rastî êrîşa çekdarî parêzvanên midûrê projeyê hatin. D êrîşê de 3 karker birîndar bûn.

Karkerên di Bendava Ilisû de dixebitin ji bo 5 hevalên xwe yên ji kar hatine derxistin bi rêveberên Şîrketa Mala Mîra re hevdîtin pêk dianîn, rastî êrîş bi çek a parêzvanên midûrê projeyê yê karmend hatin. Karkerên bi navê Alî Înan (27), Omer Ekîncî (26) û Omer Erol (19) ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Alî Înan ji ber gule li hestiyê wî ketiye sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin.
Hat ragihandin ku kesên çek bi kar anîne li wesayîtên zirxî siwar bûne û ji herêmê dûr ketine. Kesên li gundên derdorê dijîn ku xizmên kesên birîndar in ber bi cihê bûyerê ve herikîn. Gundiyan ofîsên fîrmayê, wesayîtên kar û wesayîtên serwîsê şewitandin. Gelek polîs, leşker û wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.
Nûçegihanê DÎHA Mûrat Verîm ji aliyê polîs û leşkeran ve hat astengkirin. Li bendava Ilisû ku dûman bilind dibe alozî berdewam e.