Turkdogan: Divê dawî li tecrîdê bê anîn, Ocalan bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike
Serok Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, ku mafên Ocalan tên binpêkirin.
Serok Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, ku mafên Ocalan tên binpêkirin.
Serok Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, ku mafên Ocalan tên binpêkirin. Turkdogan xwestin, nêzîkatiyek li gorî deklarasyona 28'ê Sibatê were nîşandan, dawî li tecrîda li ser Ocalan bê anîn, temînatên qanûnî bên afirandin û got, "Ji bo Birêz Ocalan karibe muzakereyan bimeşîne divê statuyeke nû were destnîşankirin û bi rêxistina xwe re karibe yekser hevdîtinê bike."
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê ji ANF'ê re nirxand...
'BIRÊZ OCALAN JI MAFÊN XWE YÊN QANÛNÎ BÊPAR TÊ HIŞTIN'
Turkdogan got, "Birêz Ocalan weke girtiyekî xwedî mafan e. Mîna mafê hevdîtina bi parêzeran, bi xizmên xwe re. Lê belê bi astengkirina van hevdîtinan re bi awayekî vekirî hukmê qanûnekê tê binpêkirin. Qanûnek ji aliyê Wezareta Edaletê bi xwe ve tê binpêkirin."
Turkdogan bal kişand ser qanûna taybet a di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hat derxistin û ragihand ku ev qanûn ji ber helwestên kêfî nayê bikaranîn. Turkdogan got, "Bi derfetên di qanûna taybet de dihat naskirin re pêvajo dihat meşandin. Hin derfetên ku ev qanûn nas dike hene. Xuyaye li gorî kêfa xwe bikar tînin. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajo ji temînatên qanûnî bêpar e. Li gorî qanûna di meha Tîrmehê de derket -navê qanûnê jî xerab bû- ji aliyan re temînat nehatibû dayîn. Temînat ji însiyatîfa Desteya Wezîran re hatibû hiştin. Ji ber ku temînat ji mûxatabên pirsgirêkê re nedihat dayîn, qanûn qels bû. Eger di wir de temînat hebûna, diviyabû heyeta ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re diçe Îmraliyê, astengî nehatibûn derxistin. Qedexekirina hevdîtinan jî vê nîşan dide.
Her wiha, astengkirina hevdîtinan nîşan dide ku em hînê di pêvajoya diyalogê de ne. Em derbasî qonaxa muzakereyê nebûne. Helwesta kêfî vê nîşan dide. Lewma kesî girtî yê ji mafên xwe yên qanûnî bêpar hatiye hiştin heye û ev kes jî lîderekî siyasî ye; kesekî ji bo çareseriya pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê di asta yekemîn de berpirsyar e. Tê dîtin ku şêweyê têkiliya bi Birêz Ocalan re çiqasî ne rast e. AKP hînê hay jê nîne ku mijar çiqasî cidî ye."
'XETA HDP'Ê RAST E, XETA AKP'Ê ŞAŞ E'
Turkdogan da xuyakirin ku encamên giştî yên hilbijartinê, encamên helwesta hikûmetê ya li dijî deklerasyona 28'ê Sibata 2015'an nîşan didin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger AKP li gorî deklarasyonê tevbigeriya û pêvajo bi pêş ve biçûya, Dibe ku AKP nêzî hejmara hikûmetbûyîna bi tena serê xwe bibûya. Bi taybetî, hilbijêrên Kurd AKP ceza kir. HDP'ê di asteke ku dihat payîn de deng stend û peyama 'Xeta HDP'ê rast e, xeta AKP'ê şaş e' hat dayîn. Tevî hemû provokasyon û êrîşan jî HDP û KCK ji bo hilbijartin di rewşeke aram de derbas bibe, ketin nava hewldanan. Hilbijêran zimanê tehrîkê, êrîşkarî û cihêkariyê yên AKP'ê ceza kir."
Turkdogan da zanîn ku gel bi helwesta xwe ya di hilbijartinê re xwedî li pêvajoyê derketiye û destnîşan kir ku AKP li Bakurê Kurdistanê veguheriye partiyeke ji tabela.
'LI GORÎ DEKLARASYONA 28'Ê SIBATÊ NÊZÎKATÎ NEHAT NÎŞANDAN'
Turkdogan xwest, nêzîkatiyek li gorî deklarasyona 28'ê Sibatê were nîşandan, dema hatiye windakirin bê telafîkirin û got, "Li gorî banga Birêz Ocalan kir, divê Desteya Çavdêriyê bê avakirin û dest bi xebatê bike, li parlamenta nû Komîsyona Rastiyan were avakirin û bi awayekî hevdemî PKK kongreya xwe bicivîne." Turkdogan anî ziman, ku divê Tirkiye di heman demê de hînî jiyana bi Rojava re bibe.
'PÊWÎSTE BIRÊZ OCALAN KARIBE YEKSER BI RÊXISTINA XWE RE HEVDÎTINÊ BIKE'
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ev wezîfeyên AKP'ê bibîr xist: "Destpêkirina xebatên Desteya Çavdêriyê tê wateya destpêkirina muzakereyan. Bi destpêkirina muzakereyê re divê aliyên vê dimeşînin bi qanûnan werin ewlekirin. Qedexeya hevdîtinan a li hemberî Birêz Ocalan tê bikaranîn, helwesteke li dijî qanûnê, helwesteke kêfî ye. Eger muzakere wê destpê bike, divê maf werin ewlekirin. Divê pêvajo li gorî helwesta AKP'ê, helwesta Serokkomar nemeşe; divê garantî hebin, mekanîzma bên avakirin û careke din rewşên bi vî rengî yên kêfî rû nedin.
Ji bo Birêz Ocalan karibe muzakereyê bimeşîne, divê xwedî statuyeke nû be. Ji bikaranîna mafên xwe yên qanûnî wêdetir, ji bo karibe muzakereyê bike, divê yekser karibe bi rêxistina xwe re têkiliyê deyne, mekanîzmaya ku karibe nêrînên xwe pêşkêş bike, were afirandin. Ev jî têrê nake divê karibe bi derdorên civakî re hevdîtinê bike."