Endama Konseya Reveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Şafak Aryen diyar kir ku serketina Til Ebyed silavkirina hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû û got: “Ji bo jiyaneke hevbeş û daxwaziya azadiya hevbeş wek serketineke mezin bû.”
Endama Konseya Reveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Şafak Aryen têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û serketina HDP’ê diyar kir ku serketina Til Ebyed silavkirina hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû û got: “Ji bo jiyaneke hevbeş û daxwaziya azadiya hevbeş wek serketineke mezin bû.”
Aryen da xuyakirin jinên Kurd rengê siyasetê guhertin û di pêşengiya HDP'ê de jin û gel xwe wek pîvaneke nûnertiya hevbeş tenzîm kirin û tevlîbûna hevbeş li ser vê bingehê pêş ket.
Endama Konseya Reveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Şafak Aryen pirsên ANF’ê yên der barê serketina YPG û YPJ ya li Til Ebyed û serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bersivand.
SERKEFTINA TIL EBYED SILAVKIRINA HILBIJARTINÊN 7’Ê HEZÎRANÊ BÛ
Bi dîtina we pêwendiyek di navbera serketina Til Ebyed û serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de heye?
Serketina Til Ebyed silavkirina hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû. Ji bo jiyaneke hevbeş û daxwaziya azadiya hevbeş wek serketineke mezin bû. Ruhê ku li Girê Spî derket pêş ruhê eniya sosyalîst û wekhev bû. Di heman demê de serketina hemû beşên ku li Tirkiyeyê dijîn bû. Ev serketin divê wek serketina paradîgmaya Rêber Apo bê destgirtin û nirxandin. Di wateya rojane û dîrokî de serketineke pir mezin e. Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn lêgerînên vîna gelan perçiqandin, li ber çavan bû. Binketina DAIŞ'ê polîtîkayên AKP'ê yê demdirêjî vala derxist. Di bingeh de hemû cîhan li Sûriyeyê bi avakirina pergaleke nû carek din xwe bi sazî dikin. Serketina Girê Spî wê bibe berjewendiyên hemû gelên bindest. Encamê herî girîng wê di pêşerojê de derkeve holê. Serketina Girê Spî pîvanên rêvebertiya cewherî derdixe holê. Modela pergala Demokratîk li wir berbiçav dike û di qadeke berfireh de derdixe holê. Ev model ji bo cîhanê jî dibe modeleke pir girîng û wê li gelek cihan bibe pîvaneke bingehîn. Em di wî baweriyê de ne ku wê serketina Girê Spî encameke diyarker jî derxe holê. Têkçûna DAIŞê a li Til Ebyedê dikare weke destpêka têkçûna wê were destgirtin.
JINÊN KURD RENGÊ SIYASETÊ GUHERTIN
Sedema bilindbûna HDP'ê ya di hilbijartinan de çi ye?
Li Tirkiyeyê pirsgirêkên azadiya jin û civakê pir li pêş in. AKP herî zêde dixwest ku li ser vê qadê polîtika bimeşîne. Li ser vê bingehê ger pergal ketibe nava aloziyeke mezin ev tê wê wateyê ku şert û mercên xwe dayina meşandinê, nemaye. Ev şert û merc herî zêde xwe li qada civakî dide derve. Di civakê de nirxên azadiyê herî zêde di hilbijartina 7'ê Hezîranê de derket pêş. Jinên Kurd rengê siyasetê guhertin. Di pêşengtiya HDP'ê de jin û gel xwe wek pîvaneke nûnertiya hevbeş tenzîm kirin û tevlîbûna hevbeş li ser vê bingehê pêşket. Pêwîst e jinên ku hatine hilbijartin rola guhertin û veguhertina siyasetê bidin ser milên xwe. Li şûna siyaseta teng û berjewendîperest, divê ku navenda her tiştî bibe pirsgirêkên civakî. Pirsgirêka Kurd ku dewlet û desthilatdarî xwe li ser dike navend vê pirsgirêkê esas girtin girîng e. Pêwîst e ev di dereceya yekem de bibe berpirsyariya jinan. Di heman demê de ew newekheviyên ku di hemû qadan de ku di nav civakê û xwezayê de hatiye pêşxistin divê ku ji holê bê rakirin. Divê azadiya jinê esas bê girtin. Divê hemû jinên ku ketine meclîsê hevbeşbûneke di nav xwe de ava bikin û hişyar bin. Divê jin reng, nasname û daxwaziyên xwe bînin ziman. Di heman demê de bibin pêşengê guhertin û veguhertineke mezin a kevneşopa siyaseta dewletgerî.
PEYWIR DIKEVE SER MILÊ PARLAMENTERÊN JIN
Jinên parlamenter dikarin siyaseteke hevbeş a çawa bimeşînin?
Jin, di guhertina rengê sîyasetê û çareseriya pirsgirêken civakî û di demokratîzekirina siyaseta Tirkiyeyê di asta yekemîn de divê xwe berpirsyar bibînin. Ji bo ku di sîyasetê de asta tevlîbûna jinan zêde bike û qadeke nû veke rola hemû jinên siyasetmedar girîng e. Dîsa ji bo ku civak di asta zanebûnê de ronak bike tê xwestin ku xwe bi rêxistin bike. Nakokiyên ku di nav civak û xwezayê de hatine pêşxistin derbaskirin jî girîng e. Ji ber ku di vê qadê de qirkirineke mezin hatiye pêşxistin, li hember vê sekinandin divê di berpirsiyariya jin de be. Divê hebûna jinê li meclisê pêşiya şerê qirêj bigire. Divê ku hebûna jin bi xwe re aştiyeke bi rûmet bîne. Ji bo şerê qirêj bê sekinandin divê hewldan û helwesteke erênî bê pêşxistin. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêkek civakî ye. Hebûna jinê li meclîsê wê rengê pirsgirêk girtina dest biguhere û çareseriyê pêş bixe. Jinên parlamenter divê azadiya jin weke xaleke stratejîk dest bigirin û rengê siyasetê biguherînin. Ger jin xwediyê çareserî û stratejiyeke hevbeş bin wê hebûna jinê li meclîsê bi wate bibe, lê ger di sînorê partiyê yê teng de tevbigerin, wê nebin bersiv. Ger hemû jinên parlamenter li hemberî HDP bi nêzîkatiyeke teng û nîjadperest nêz bibin, wê çareserî pêş nekeve. Ji ber ku di demokratîzekirina Tirkiyeyê de rola jin sereke û girîng e. Ji ber ku misteweya siyasetê li Tirkiyeyê pir ketiye. Şêwazê sîyaseteke pir pûç û bênaverok derketiye holê. Ev siviktî û qirêjiya siyaseta zilam e. Wê jin pêşiya sîyaseta qirêj bigirin û di vê wateyê de wê careke din siyaset bi rengekî xurt û bi wate bimeşîne. Bendewariya hemû gelan û ya me jî ev e.
DEWLET NEÇAR MA HEVSEROKATIYÊ BIPEJIRÎNE
Pergala hevserokatî û temsîliyeta jinê bandoreke çawa dike?
Pergala hevserokatiya plansaziya wê ev e ku azadiya civakê ye. Ev nûnertî jî bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Şoreş li rexmê azadiya jin û civakê, nikare xwe li ser piyan bigire. Ji ber ku ev bi şêwazê Rêbertiyê yê ve girêdayî ye. Şoreş di nav şoreşê de tê pêşxistin. Dabeşkirina erkê civakî ye, wek ferdî divê ku neyê fêmkirin. Di vir de nûnertiya jin û zilam tê pêşxistin. Ji ber ku zilam jî xwedî nasname û nûnertiya beşeke civakê dike. Jin bi vê nasnameyê tê pêşxistin û bi sekna îradî nûnertiya xwe dike. Rêber Apo jî dibêje, 'sazûmankirina dewletê bi karaktera zilam e.' Ji bo vê jî AKP ya zilam li hemberî pergala hevserokatiyê dijberiyeke mezin kir. Li hemberî projeya hevserokatiyê dewletê, li ber xwe da. Lê bi vîn û iradeya civaka azad dewlet neçar ma ku dengê xwe neke. Nûnertiya jinê hem li hundir û hem jî li derve bandora xwe pir kir. Ev vîn bû vîna hemû civakê û beşdarbûneke mezin bû. Çawa ku dewlet neçar ma ku hevserokatiyê bipejirîne, wê neçar bimîne ku di her qadan de tevlîbûna jin bipejirîne. Ger em behsa sazûmankirina hemû qadên civakê dikin, divê em xwe wek modelekê pêş bixin û wek pêşerojeke bibînin. Ji bo ku di hemû qadên jiyanê de guhertin bên çêkirin divê jin roleke mezin bigre ser milên xwe. Çiqas ku qadên dewletê bên tengkirin, evqas qadên gelan fireh dibe û ev jî wek meşrûîyeteke mezin e.
AKP’Ê HESABÊN ŞAŞ KIR
Wateya qutkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re tê çi wateyê?
Piştî pêvajoya Îmraliyê Rêber Apo bi navê eniya sosyalîst li hemberî dewlet-netewe sekneke pir mezin da nîşandan. Berxwedaneke pir mezin û bi rûmet pêş xist. Encama berxwedana Rêber Apo, dewlet neçar kir ku bikeve pêvajoyeke guhertin û veguhertinê. AKP jî xwest ku hebûna Rêber Apo li Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Lê bi serketina gelê Kurd dewlet neçar ma ku hevdîtina pêş bixe. Nêzîkatiyên AKP'ê ji bo pirsgirêka Kurd, nêzîkatiyeke taktîkî bû û bi diziya hilbijartinan ve xwest ku desthilatdariya xwe mayînde bike. Vîna gelên Tirkiye bend nas nekir û civaka demokratîk tercîha azadiyê kir. Wekîlên AKP’ê xwe wek nûnerên Kurd bi nav dikirin. Bi hevdîtinên bi Rêber Apo re, AKP xwest pûçkirina têkoşîna azadiya Kurd û bêbandorkirina Rêber Apo pêş bixe û Gelê Kurd bixapîne. Ev hesabeke şaş û nenaskirina tevgerê û Rêber Apo bû. Bi derketina asta serketinan, Dewleta Tirk neçar ma ku ji niha û pê ve jî vê pêvajoyê berdewam bike. Di hemû zagonên cîhanê de malbat bi girtiyên siyasî re hevdîtin çêdikin û diçin gel girtiyên siyasî. Lê malbata Rêber Apo hê jî nikare bi rêkûpêk biçe gel Rêber Apo. Bi astengkirina parêzaran û heyeta AKP, dixwaze ji Rêber Apo tol bigire. Ji bo vê jî tecrîda li ser Rêber Apo kûr dikin. AKP polîtîkayên xeter dimeşîne bi rêya tecrîdkirina Rêber Apo re, dixwaze carek din li ser van axan şer gûr bike. Niha bi rêya DAIŞ'ê jixwe dewlet di nava şer de ye, bila kesek nebêje ku AKP şer nekiriye an jî nake. Li ser xaka Kurdistanê avakirina qereqol û kalekol tê wateya ku axa me tê metingerkirin. Êrişên ku li ser HDP'ê hat pêşxistin û bomba ku li Amedê teqandin bi destê tetikçiyê AKP'ê çêbûye. Êrîşên ku li ser avahiya HDP'ê ya li Edene û Mersînê hat kirin, ev hemû bi destê AKP'ê hatin kirin. Dema ev kujer tên girtin jî AKP’ê ceza nade wan, lê dema zarokê me yê biçûk ji ber ku kevir davêje tê girtin bi cezayên mezin tên cezakirin.
Di binketina AKP’ê de bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû?
AKP’ê xwest ku vîna xwe li ser gel û jinan ferz bike. Gel û jin neçar nînin ku polîtîkayên AKP’ê bipejirînin. Rêber Apo jî neçar nîne. Fikir û felsefeya Rêbertî xwediyê hêz û bandoreke cîhanî ango gerdûnî ye. Ev hêza Rêbertiyê di cîhanê de deng vedaye.
RÊBER APO NÛNERÊN BERXWEDANA HEMÛYANE
Feraseta berxwedan û tekoşîna Rêbertiyê bû ku berxwedana Kobanî serketî be û hemû enî û gelen azadîxwaz xwedî lê derketin. Marîfet di felsefeya têkoşînê de heye. Ji ber felsefe her kesekî azadî û demokrasiye dixwaze hembêz dike, ji lewma her kes vê tekoşînê û berxwedanê weke berxwedana xwe dibîne. Berxwedana Kobanê ji Amerîka heta Afganîstanê her kes silav kir. Ev ne bi tenê lokal bû ku li bajareke biçûk gel li ber xwe da, tişta ku li Kobanê dihat ser ziman, di eniya sosyalîzma zanist de, eniyeke paradîgmaya Rêber Apo bû. Li Afganîstanê jin di bin çarşefeke reş de derketin kolanan meşiyan û xwepêşandan kirin û vê berxwedanê silav kirin. Ji bo vê jî Rêber Apo nûnerê vê berxwedana hemûyane. Hem rewşa heyî hêza Rêber Apo berbiçav dide diyarkirin û hem jî hêzên berxwedêr ku hêza xwe ji Rêber Apo digre bi mîlyonan in. Ne bi tenê Gelê Kurd, jin û hemû bawerî û gelên cur be cur in. Di erdnîgariyeke mezin de Rêbertî pêşengtiya vê dike. Tişta herî girîng jî peyama demokratîk rast fêmkirin e û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nêzîkatiyeke bi pîvan pêşxistin e. Ya herî girîng jî dewlet û hêza ku xwe wek hikûmet tenzîm dike divê ku bi cîdîyet nêz bibe. AKP û hikûmet bi vê cîdiyetê nêz nabe. AKP dixwaze bêje min winda kir, we pêşeroja min tarî kir, ez ê jî nehêlim ku pêşeroja gelên Tirkiyeyê jî hebe. Li hemberî civakê nêzîkatiyeke paşverû ye û tola xwe ji civakê digre. Divê ku şergurkirina AKP û felaketên ku dixwaze pêş bixe gel li hemberê vê polîtîkayê xwedanê sekneke mezin be. Pêwîste gelê Tirkiyê jî li hemberî vê polîtîkayê bisekine. Divê ku bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibe. Pêwîst e em ji tendîrustiya Rêber Apo agahdar bin û weke aliyê herî aktîf û aktor tevlî vê pêvajoyê bibe. Hêzên ku vê hevdîtinê dixitimînin wê vîna demokratîk wan têk bibe.