Li Girê Spî jiyan asayî dibe
Li Girê Spî ya di encama operasyona ku YPG û Burkan El Firat bi hevparî meşan de hat rizgarkirin, jiyan asayî dibe.
Li Girê Spî ya di encama operasyona ku YPG û Burkan El Firat bi hevparî meşan de hat rizgarkirin, jiyan asayî dibe.
Li Girê Spî ya di encama operasyona ku YPG û Burkan El Firat bi hevparî meşan de hat rizgarkirin, jiyan asayî dibe. Esnafan dukanên xwe vekirin, welatiyên ji şer reviyabûn Tirkiyeyê jî vedigerin. Hinek çapemeniyan piştî Girê Spî hat rizgarkirin derewa ‘Kurdan li ser gelê Ereb, Tirkmen, Suryanî û Ermenî qirkirina etnîkî pêk aniye’ kirin. Lê ev derew ji aliyê Ermenî û Tirkmenên li bajar dijîn ve hate derewandin. Hat gotin ku deriyê sînor ê ji bo ewlehiyê ev du roj in girtî hatiye hiştin jî îro wê bê vekirin.
Rizgarkirina Girê Spî ya di navbera Cizîr û Kobanê de peywira tamponê dibîne, tê wateya vekirina korîdoreke girîng a ji bo Kobanê. Bi vekirina vê korîdorê re, wê alavên alîkariya mirovahî ya ji bo avakirina Kobanê bê şandin.
Rizgarbûna Girê Spî, gelê Misilman û ne Misilmanan ên di bin zextan de hatibûn hiştin jî, kêfxweş kiriye. Gelên kêmar yên Girê Spî kêfxweşiya xwe ya li dijî rêveberiyê tînin ziman.
ME ZEXT NEDÎT
Piştî li Girê Spî jiyan asayî bû, gelek malbatên Ereb vegeriyan warê xwe. Îsmaîl Alî piştî vegeriya kargeriya xwe vekir. Alî got: “DAIŞ dest davêje her kesî. Mudaxaleyî cil û bergên jin û mêran dikin. Em neçar bûn rûyê xwe berdin. Jin bê çarşef nekarîbûn derkevin derve. Piştî DAIŞ çû, YPG hat. Em destpêkê bi fikar bûn. Lê niha em ti pirsgirêkê najîn. Em jiyana xwe ya normal didomînin. Em niha rehetir in.”
Şexo Xidir yê Kurd jî got piştî DAIŞ’ê Girê Spî girtiye li bajar teror meşandiye û wiha got: “Zilmek mezin li me kirin. Ev hefteyeke YPG li bajar bi kontrole. Em Kurd, Ereb, Ermenî û Tirkmen ligel hev dijîn. Pêşdarazên me tine ne. Lê hinek Erebên ku DAIŞ’ê li vir bi rêxistin kirine dixwazin, vê pergalê xera bikin. Emê bi hemû gelan re wek bira bijîn. DAIŞ li serê me bela bû lê niha ev bela çûye.”
Bedran Kahraman yê sivîl ku ew jî beşdarî pevçûnan bû got di dema azadkirina Girê Spî de li ser rêya Serêkaniyê-Mebruka-Girê Spî gelek mayîn hatine bicih kirine, lê hêzan rêyên ji xakê vekirine û wisa hatine Girê Spî.
LI BAJAR TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ
Hinek gund û xaniyên navçeyê ji ber ewlehiyê wek herêma bi rîsk hatine îlankirin. Li têketina hinek gundan de mayîn hatine bicihkirin û niha ji bo bicihbûnê destûr nayê dayîn. Lê piştî lêgerîna mayînan niha hêdî hêdî gundî diçin warê xwe.
20 km dûrî Girê Spî mewziyên DAIŞ’ê hene. Li navçeyê ewlehî derketiye asta herî jor. Wesayitên dikevin navçeyê tên lêgerînkirin û li gelek herêman nokteyên lêgerînê hatine avakirin. Li hinek taxan jî yekîneyên YPG’ê qerekolên seyar ava kirine.
GIRÎ SPÎ WÊ JI ROJHILATA NAVÎN RE BIBE MODEL
Cigirê serokê Kantona Kobanê Xalit Berke ku bi heyetekê re hat Girê Spî diyar kir ku deriyê sînor ji ber ewlehiyê ji derbasbûnan re hatiye girtin û piştî lêgerîna bombeyê wê îro bê vekirin.
Berke wiha got: “Li herêma Girê Spî paqijiya etnîk hat kirin. Îdiayên wekê ‘zext li Ereb û Tirkmenan tê kirin’ hene. Ev derew in. Em îro rojek dîrokî dijîn. Me encamên serketî girt. Ev serketin ne tenê ji bo Rojava ji bo hemû Sûriyeyê qezenç e. DAIŞ’ê li vir komkujî kir. Îşkence kir. Zilma mezin kir. Li ser Kurdistanê lîstikên qirêj lîstin. Bi rizgarkirina Girê Spî re korîdora Cizîr-Kobanê hat vekirin. Ev serketin rizgariya hemû herêmê ye. Em dixwazin her kes li vir di nav huzurê de bijîn. Ji her netew û olî mirov wê azad bijîn. Ji bo avakirina Sûriyeyek azad bila Girê Spî bibe mînak. Aliyên faşîzan û neteweperest îdia dikin ku li Tirkmen û Ereban zext tê kirin. Em li nasname, ol û rengê kesî nanêrin. Di vê projeyê de Ereb, Tirkmen, Asurî, Sûryanî û Ermenî destekê didin. Ev proje ji bo Rojhilata Navîn mînake. Ji ber vê jî îdiayên bi vî rengî bi tevahî derewin.”
TIRKMEN VEDIGERIN
Tirkmen îdîayên paqijiya etnîkî derew derxistin. Tirkmen piranî li gundan dimînin û li bajar jî esnafiyê dikin. Mehmet Keçel û birayê wî Huseyîn Keçel got ji ber zextan koçî Tirkiyeyê kiribûn lê piştî YPG’ê Girê Spî girtiye, du roj berê hatine.
Keçel got: “Em ji şer tirsiyan û em çûn Tirkiyeyê. Xizmên me li wir bûn. Piştre em vegeriyan. Zarokên min hîna li Kaniya Xezalane. Piştî rewş asayî bibe ezê wan jî binîm. YPG’ê ti zirar nedaye me. Cudahiyê nakin navbera gelan. Em biratiyê dixwazin. Aştiyê dixwazin.
Huseyîn Keçel jî wiha got: “DAIŞ’ê zext li Kurdan dikir. Ji malê wan derdixistin. Bi zorê pere jê digirtin. Me nedikarî cigarê bikişînin. Mudaxaleyî cil û bergên me dikirin. Yên bê rû simbêl dirêj bikirana jî dihatin cezakirin.”