Yuksekdag: Em ê deriyê azadiya Ocalan bi hev re vekin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag navçeya Mehmûdî ya HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji sedî 94.26 deng stend ziyaret kir û gel spas kir.

Heyeta Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Rêxistina Wanê ya HDP’ê Derya Hayva û Veysî Dîlekçî jî di nav de di ketina navçeya Mehmûdî de ji aliyê Hevşaredarên Mehmûdî Zîlan Aldatmaz û A.Kadîr Çalişkan, rêxistinên HDP-DBP’ê yên navçeyê û gelek welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Yuksekdag a destpêkê rêxistinên DBP û HDP’ê yên Mehmûdî ziyaret kirin got ku tevayî rêveber, endam, xebatkar û dildarên DBP’ê silav dike.
Yuksekdag got: "Me di encama xebatên xwe yên bi hev re serketin bi dest xist. Serketina 7’ê Hezîranê hem serketina Tirkiye, Kurdistanê ye û hem jî serketina Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye. Ji Mehmûdiya Wanê careke din silav ji mîmarê aştî û biratiyê Birêz Abdullah Ocalan re. Eger Birêz Ocalan ji projeya HDP’ê ne bawer ba, li pişt wê projeyê nesekinîba û ji me bêtir bawer nekiriba ku em ê qezenç bikin em ê derneketibana van rêyan. Birêz Ocalan beriya me ev rê û roj dît. Em ê gelê xwe piştî vê serketinê bibin desthilatdariyê desthilatdariyêava bikin û vê soza xwe bînin cih. Îro ji bo tola vê serketina me ya mezin ku Birêz Ocalan di nav tecrîde de tê hiştin, em ê deriyê azadiyê heta dawiyê bi hev re vekin û deynê xwe bidin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan bi girtiyên me yên şoreş re pêk bê em ê bê rawestîn bixebitin. Heta em vê doza bi şan û têkoşîna mezin bigihînin desthilatdariyê sekn û rawestîn heram e.”
Yuksekdag ên li cem paşê Şaredariya Mehmûdî ziyaret kirin û têkildarî pirsgirêkan axivîn.