BI DÎMEN

Çîroka dara tûyê ya li Hesekê

Dayik Nafo di axaftina xwe de behsa dara tûyê ya li gundê Girra ya ti carî tû nedane kir.

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo a li hember çeteyên faşîst DAIŞ’ê bi azadkirina Girê Spî re bi dawî bû. Di tevahiya pêngavê de bi sedan gund hatin rizgarkirin û ligel wan Çiyayê Kizwan gihişt azadiya xwe. Bi serketina leşkerî êdî mirov dikare bibîne ku dîroka veşartî ya herêmê jî azad bûye.

Li gundên derdora qûntarên Çiyayê Kizwan êdî vegeriyane jiyana xwe ya berê û em fêm dikin ku dixwazin vegerin.

'DIXWAZIN VEGUHERÎNÎN ŞERÊ KURT-EREB'

Dayik Nofa ku têkildarî dîroka gundê Girra axivî got: “Em ji eşîra Gabbara ya Ereb in. Li van gundan salên 1944’an di navbera eşîra Gabbara û yek ji eşîrên Kurdan Kîkan de şerên mezin çêbûn. Lê ji wê demê ve di navbera me de tiştekî neyênî çênebû. Dem ne dema şerê Kurd-Ereban bû. Şerê eşîran bû. Lê niha dixwazin şerên eşîran veguherînin şerê Kurd-Ereban. Şerê wê demê ji ber jinekê derketibû.”

ÇÎROKA DARA TÛYÊ

Dayik Nafo di nav axaftina xwe de behsa çîroka dara tûyê ya ti carî tû nedane kir. Dayik Nafo got: “Cihê vê darê berî bîreke mezin bû. Zemanekî zilamekî Ereb ji bo keçeke Kurd birevîne demeke dirêj daye pey. Keça Kurd ji bo neyê girtin xwe avetiye vê bîrê. Tê gotin ku ev dara tûyê ev keç e. Yanî keça Kurd di dara tûyê de ji nû ve hatiye jiyanê. Bîr jî bi awayekî dilnizm careke din li ber darê çêbûye û avake ku naqede dide. Dara tûyê ya tûyan nade avê dide. Em gundiyên li vir bi sedê salane pêdiviya xwe ya avê ji vir digirin.”

Dayik Nafo diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê vir dagir kirine av kêm bûye û sedema çeteyan dar qut nekirine wiha vegot:

"Dema DAIŞ hat me gund terk kiribû. Me bihîstibû ku DAIŞ’ê dar qut kiriye. Em pir xemgîn bûn. Dara herî mezin a vir bû. Hezar salî ye. Lê dema em hatin dar li cihê xwe bû. Me timî zanibû ku dar pîroz e. Me bi van tiştên dawî re fêm kir. Li gor dapîrên me kî zerarê bide vê darê wê av qut bibe. Dibe ku DAIŞ ev zanîbû û tirsiya bibire. Dizanîbûn eger bibire wê bê av bimînin. Me paç û ta bi darê vedikir. DAIŞ ji birîna darê tirsiyabû. Paçên me bi darê vekiribûn jê kiribûn.”