Yuksekdag gelê Qerqelî spas kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag, navçeya Qerqelî ziyaret kir û ji ber piştgiriya di hilbijartinê de gel spas kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag, navçeya Qerqelî ziyaret kir û ji ber piştgiriya di hilbijartinê de gel spas kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Rêxistina Wanê ya HDP’ê Veysî Dîlekçî, rêveberên bajêr ên HDP û DBP’ê navçeya Qerqelî ya Wanê ziyaret kirin û ji ber piştgiriya ji HDP’ê re gel spas kirin.
Heyeta HDP’ê li ser rêya Wan-Qerqelî li nêzî li ber gundê Mollahasan ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Heyetê DBP û HDP ziyaret kir.
Yuksekdag a li avahiya HDP’ê ya navçeyê bi gel re hat cem hev diyar kir ku mafdaran hilbijartin qezenç kiriye û got: "Salên demdirêj li Kurdistan û Tirkiyeyê hikmê neheqan, zaliman, mêtinkaran û serweran dewam kir. Gelê me timî rûmeta xwe bilind girt. Li hember van serwer û zaliman bi salan li ber xwe û xwe parast. Êdî serketina 7’ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê tê wateya em peymaneke mirovatiyê ya nû û hiqûqekî wekhev bidin destpêkirin.”
Piştî axaftinan Yuksekdag û yên pêre derbasî navçeya Mehmûdî bûn.