YPG: 5 gund hatin azadkirin, 6 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de hêzên wan 5 gundên din ji çeteyan rizgarkirin. YPG’ê got ku di pevçûnan de 6 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragİhandina YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wiha ye:
“Di çarçoveya “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo” ya ku ketiye roja xwe ya 45’an de li başûre Girê Spî û Silûk pêşveçûna hêzên me yên Kobanê û Cizîrê didomin. Hêzên me yê Cizîr, operasyonên xwe ya li başûrê Silûk didomînin. Şevê din hêzên me gundê Xatun û 5 mezrayên navê van nehat zanîn azad kirin. Hêzên me yên ku pêşveçûna xwe ya li ser heman xatê berdewam dikin îro danê sibê jî gundê Um El Beramîl girtin.
Hêzên me yên Kobanê jî operasyonên xwe yên li başûrê Girê Spî berdewam kirin. Operasyonên şevê din li vê qadê gundên Ebû Hiseynî, Mahîrê û Rawya ji çeteyan hatiye paqijkirin. Di van pevçûnan de qasî hat zelalkirin 5 çete hatin kuştin. Hêzên me li vir 1 roketavêja B7, 4 gulleyên roketavêja B7, 1 bombeya desta, 2 rexta teqîne, 10 şerjor bi dest xistin.
Şevê din komên çeteyan hewldan li hember gundê Sina ya ku dikeve başûrê Kobanê êrîşek lidarbixin. Komê çete, bi destwerdana hêzên me ve neçar man ji qadê birevin. Li vir çetek hatiye kuştin.ˮ