Cenazeyên sê şervanan hatin definkirin
Cenazeyên 3 şervanên YPG-YPJ’ê yên di berxwedana rojavayê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên 3 şervanên YPG-YPJ’ê yên di berxwedana rojavayê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan kesî ve hatin definkirin.
Bi sedan kesî cenazeyên şervanên YPG’ê Ferhad Kobanê û Serdan Hesen û şervana YPJ’ê Zîlan Elî Firat ên di berxwedana rojavayê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê.
Bi sedan welatiyên kantona Kobanê bi armanca wergirtina cenazeyên şervanê YPG’ê Ferhad Dorde (Ferhad Kobanê) ê 16’ê Hezîranê li gundê Rez Zorê jiyana xwe ji dest da, şervanê YPG’ê Serdar Hesen (Serdar) ê 12’ê Hezîranê di berxwedana gundê Çelebiyê ya Kobanê de jiyana xwe ji dest da û şervana YPJ’ê Şêrîn Ebdê Mistefa (Zîlan Elî Firat) a 13’ê Hezîranê di berxwedana bajaroka Silûk de jiyana xwe ji dest da li ber mala Gel a Kobanê kom bûn.
Girseya ku alên YPG, YPJ, TEV-DEM hilgirtibûn û wêneyên cangoriyan vekiribûn û bênavber dirûşm berz dikirin, piştî wergirtina cenazeyan bi kawranekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dicle a li gundê Termik a Kobanê ve derketin rê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Izet Hemo û li ser navê Yekîtiya Star Rûpelîn Cûdî axivîn. Di axaftinan de behsa bexwedanan hêzên YPG/YPJ’ê û rizgarkirina herêma Girê Spî hate kirin û hate destnîşankirin ku bi saya berxwedanan şervanên azadiyê ku canê xwe feda kirine gelê herêmê bi azadî û aramî dijî.
Piştî axaftinan sîcilên şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên sê tekoşeran bi dirûşm û tilîliyan spartin axê.