Ji ber cenazeyê gerîlaya HPG’ê Mexzûme Mûhammedzade (Sarya Onûr) a li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê di encama kemîna artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da bi sedan kesên li ber nexweşxaneyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Gerîlaya HPG’ê Maxzûme Mûhammedzade (Sarya Onûr) a ji bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê 14’ê Hezîranê li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê di encama operasyona leşkerên Tirk di kemîna hat danîn de ku jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Mûhammadzade tevî otopsî hatiye kirin jî teslîmî malbatê nayê kirin. Malbata ji Îranê hat bi komeke qerebalix a Parlamentera Sêrtê ya HDP’ê Hatîce Sevîptekîn jî di nav de, çûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê, ji bo cenaze werbigirin serî li dozgeriyê da û cenaze teşhîs kirin. Lê belê dozgeriyê ji malbatê testa DNA xwest û got, heta encamên testa wê bişînin Enqereyê neyê cenaze nadin.
Malbat û bi sedan kesên li ber nexweşxaneyê kom bûn, nerazîbûn nîşan dan dirûşmên, "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Bijî Serok Apo" gotin. Welatiyên her diçe hejmara wan zêde dibe diyar kirin ku heta cenaze negirin wê ji ber morgê neçin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Gelek polîs ku sewqî ber nexweşxaneyê kirin, aloziya li ber nexweşxaneyê didome.