Hevserokê berê yê PÇDK'ê û endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Diyar Xerîb, rewşa dawî ya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nirxand û destnîşan kir ku rewşa li Iraqê ji bo Kurdn pirsgirêkeke mezin a ewlekariya neteweyî afirandiye.
LI IRAQÊ PARÇEBÛNA LEŞKERÎ, SIYASÎ DEWAM DIKE
Xerîb di hevpeyvîna xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand ku piştî têkbirina Saddam Huseyîn, hêzên koalîsyonê û nûnerê DYA Paûl Bremer, bi hinceta ku xwedî mejiyê rejîma Baas e xwestin artêşê ji hev belav bikin û artêşeke nû ava bikin û got, "Tevî hewldanên 10 salên bihurî jî artêşeke nû nekarî bê avakirin. Her çend li holê artêşek xuya dike jî, li Mûsil û Ramadî hat dîtin ku çiqasî qels e."
Xerîb anî ziman ku artêş bi mejiyê mezhebî tê birêvebirin û got, "Fermandariya navendî ya artêşê di destê Şîan de bû. Yekîneyên di destê Sûniya de li gorî sûniyan, yekîneyên di bin fermandariya Kurdan de jî li gorî rêveberiyên Kurdan tevdigeriyan. Ev rewş, li Iraqê rê li ber valahiyeke mezin a ewlekarî û krîza leşkerî vekir. Lewma giştiya Iraqê xwedî li vê artêşê dernakeve. Mûsil û Ramadî pêşniyar dike ku artêşeke herêmî ya li gorî xwe ava bike.
Şîa di wê baweriyê de ne ku Haşdî Şaabî ya nû derketiye holê, wê wan biparêze. Kurd jî bawer dikin ku wê Pêşmerge wan biparêze. Polîtîkayên Malîkî ji xwe Iraq komî ser hev nekir. Lê belê tevî destekeke mezin a navneteweyî jî Haydar Ebadî nekarî Iraqê û hêzên parastinê komî ser hev bike. Stratejîk û taktîkeke nû nekarî bimeşîne. Çekên jê re hat dayîn nekarî bikar bîne yan jî ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Ev yek bû sedem ku baweriya bi artêşa Iraqê re qels bibe. Ne diyar e ku ev rewş wê heta kengî dewam bike. Parçebûna siyasî û leşkerî dewa dike. Vê yekê rê li ber mezinbûna bêbaweriya li hikûmeta navendî vekir. Ev du meh in di navbera rêveberiya herêmî ya Kurd û hikûmeta navendî de ji aliyê firotina petrolê û mijara budçeyê de pirsgirêk ji nû ve xwe dane der. Sûnî jî aciz in, lê belê hînê helwesteke vekirî nîşan nedane. Sedema vê yekê jî ew e ku Ebadî hewl dde pêkhateya Şîa li ser Iraqê ferz bike. Eger Ebadî nêzîkatiya xwe neguherîne wê ev yek bibe sedem ku li Iraqê acizî, krîzên leşkerî, siyasî û însanî yên li Iraqê dewam bikin. Ev yek dikare rê li ber şerê navxweyî û parçebûna Iraqê veke."
'REWŞA IRAQÊ JI BO KURDAN PIRSGIRÊKA EWLEKARIYA NETEWEYÎ YE'
Xerîb da zanîn ku ev pirsgirêka Iraqê ji bo Kurda rê li ber pirsgirêkên ewlekariya neteweyî vedike û got, "Lê belê Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî PDK ji vê rewşê re bi têrkerî ne amade ye. Ji ber ku gelekî zêde bi hêzên navneteweyî ve girêdayî ye. Hema bêjin qedera xwe bi DYA û Tirkiyeyê ve girê daye. Kurd bi hêza xwe re xwe bi têrkerî ji rîskên gengaz re amade nekirine. Ev yekê di nava hêzên din de rê li ber aciziyan vedike."
Endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Diyar Xerîb da xuyakirin ku piraniya hêzên li Başûrê Kurdistanê alîgirê avabûna dewletekê ne û ev xal destnîşan kir:
"Lê belê ji ber nêzîkatiyên PDK'ê û hin mijarên din fikar hene. Mînak gelek derdor dibêjin 'Avakirina dewletekê baş e, lê belê divê amadekarî ji bo vê hebe'. PDK jî hewl dide xwe weke pêşengê avakirina dewletê nîşan bide û îdîa dike ku her tişt amade ye. Lê belê gelek hêz dibêjin, 'Hikûmeta navendî ya Iraqê 2 meh in budçe kêm kir, aboriya me di rewşeke nebaş de ye. Diyare em ne amade ne.' Nîqaşên bi vî rengî hene. Atmosfereke ku alîgirê avabûna dewletê ye, heye. Lê ji aliyê dem û rêbazê ve nêrînên cuda hene. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi germî nêzî vê nabin. Tirkiye nêzîkatiyeke polîtîk nîşan dide û ji bo PDK'ê li cem xwe rabigire dibêje ew ê dest li karên navxweyî yê Iraqê wernede. Lê belê Tirkiye û Îran bi rastî jî vê naxwazin. Îran ji xwe bi awayekî vekirî li dij e. Ji ber ku dewleta Îranê bawer dike wê ev yek bikeve destê PDK'ê û nêzî Tirkiyeyê bibe. Lewma bi awayekî vekirî red dike. Lê belê eger Iraq ber bi parçebûyînê ve biçe, wê li pêşiya avakirina dewleteke Kurdan ti astengî nemîne."