KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Karayilan: Çareseriya bêyî azadiya Rêber Apo çareserî nîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Azadiya Rêberê me ji bo me esas e. Beriya her tiştî, çareseriyek bêyî azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî, ji bo me ne çareserî ye. -
Muslim: Çavkaniya jiyanî ya DAIŞ'ê hatiye çikandin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim azadbûna Girê Spî nirxand û destnîşan kir ku bi serketina Girê Spî re çavkaniya jiyanî ya ku çeteyên DAIŞ'ê xwe jê xwedî dikin, hatiye çikandin. -
Li Mexmûrê pîrozbahiya Girê Spî
Rizgarbûna Girî Spî bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê, li gelek cihên Kurdistanê bi xwepêşandanên kêfxweşiyê hat pêşwazîkirin. Duh êvarê li Mexmûrê, tevgera ciwanan pîrozbahiyek lidar xist. -
Li parêzer Bayraktar doz hat vekirin
Li parêzer Mehmet Bayraktar ê li Îzmîrê beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bû, bi îdîaya "Nehiştiye karmend karê xwe bike" û "propaganda rêxistina terorê" kiriye, doz hat vekirin. -
'Divê Ocalan azad be, agirbest zexm be'
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedaran banga azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexmkirina agibestê kirin û anîn ziman ku divê Meclîs însiyatîfekê nîşan bide. -
Nasnameya 9 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin
Nasnameya şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin. -
2 şervanên YPG’ê spartin axê
Şervanên YPG’ê Abdulmuhsîn (Rêber Hesekê) û Hemze Elî (Dijwar Rojava), li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Davudiyê ya Hesekê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Serlêdana parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê dîsa hat redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serlêdan kirin, lê belê bi hinceta 'keştî di tamîrê de ye' ev serlêdan hat redkirin. -
Êrîşkarê bi çekê êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kir hat berdan
Kenan Berkay Şîpal ê di 8'ê Nîsana 2015'an de bi çekê êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kir û piştî hat binçavkirin hat girtin, li dû 38 rojan di rûniştina destpêkê de bi lez û bez hat berdan. -
Parlamenterên HDP’yî mazbateyên xwe wergirtin
Parlamenterên HDP’a li Şirnex û Amedê ku mora xwe li serketineke mezin xist mazbateyên xwe girtin. -
Rojnamevanên li Rihayê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
Rojnamevanên ji ber pirs ji Waliyê Rihayê Îzettîn Kuçuk kiribûn hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê serbest hatin berdan. -
Ji Heyva Sor têkildarî êrîşa li hember ambulansê daxuyanî
Şaxa Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrînê êrîşa li dijî ambulansa Heyva Sor a Kurd li Kobanê şermezar kir û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest. -
Ji Şaredariya Mêrdînê ji bo 8 hezar û 300 malbatan pakêtên Ramazanê
Bi dirûşma, "Alîkarî rûmeta Meha Remezanê ye” Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di Meha Remezanê de wê pakêtên Remezanê bigihîne 8 hezar û 300 malbatên xizan. -
Zîlan li Girkê Legê hat bîranîn
Yekîtiya Star bi merasîmekê têkoşera Kurd Zîlan di 19’emîn salvegera şehadeta wê de bibîr anî. -
Girtiyê nexweş ji ber enfeksiyona piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Riza Kazici, ji ber enfeksiyona piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da. -
YPG: Di 24 saetên dawî de 124 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona rizgarkirina Til Ebyad (Girê Spî) de 124 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin. -
Bûrkan El Firat rizgarkirina Girê Spî li hemû gelên herêmê pîroz kir
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat rizgarkirina herêma Girê Spî diyarî hemû pêkhateyên herêmê û tevahî gelên Sûriyeyê kir -
PYD'ê rizgarkirina Girê Spî pîroz kir
Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) rizgarkirina bajarê Girê Spî li hêzên hevbeş û hemû gelê Sûriyê û Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku rizgarkirina Girê Spî wê bibe destpêka rizgarkirina tevahiya Sûriyeyê. -
Tevgera leşkerî zêde dibe
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla, bê navber dewam dikin. -
Li Şengalê çalakiya sûîqestê
Li Şengalê di encama çalakiyeke sûîqestê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin. -
'Dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê aloziyê derxe’
Ji eşîra Begara nûnerê Kantona Cizîrê Şêx Ebdilkerîm Hec Îbrahîm, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê aloziyê derxe. -
Encamên civîna Konseya Rêveber a KNK'ê hatin aşkerakirin
Konseya Rêveber a KNK'ê, li ser bûyer û rûdanên di rojevê de civiya û encamên vê kombûna xwe ya periyodîk, bi daxuyaniyekê parve kir. -
'Serketina li dijî DAIŞ'ê serketina li ser navê hemû mirovahiyê ye'
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan: Serketina bi pêşengiya YPG'ê li dijî DAIŞ'ê hatiye bi dest xistin, serketina li ser navê hemû mirovahiyê ye. -
Asayîşa Rojava: Rejîmê hemû ciwan berdan
Rêveberiya Asayîşa Rojava diyar kir ku hêzên rejîmê piştî zexta lê hat hemû kesên girtibûn serbest berda, got ku jiyan li bajarê Qamişlo bi ewle û asayî dewam dike û her kes dikare karê xwe bike. -
Yuksekdag: Divê astengiya li pêşiya hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê rakirin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag, nêzîkatiya xwe ya li mijara koalîsyonê bi gotina "Deriyê me li hemû daxwazên demokratîk vekiriye" vegot û destnîşan kir ku divê ew tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.