Ji Heyva Sor têkildarî êrîşa li hember ambulansê daxuyanî

Şaxa Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrînê êrîşa li dijî ambulansa Heyva Sor a Kurd li Kobanê şermezar kir û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest.

Şaxa Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrînê êrîşa li dijî ambulansa Heyva Sor a Kurd li Kobanê şermezar kir û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest.

Têkildarî mijarê Şaxa Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîşa çeteyan a li dijî ambulansa Heyva Sor a Kurd a Kobanê şermezar kir û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest. Di berdewama daxuyaniyê de hate deştnîşankirin ku endamên Heyva Sor a Kobanê Menan Alcol û Zozan Belo, her wiha xebatkarên birîndar bûne, di hemû şert û mercên zehmet de karê xwe di Kobanê de dikirin û welatî derman dikirin.

Di dawiya daxuyaniyê de êrîşa întîharî ya li dijî ambulansê hate şermezarkirin û bang li rêxistinên navneteweyî hate kirin ku zextê li hemû aliyên şer dikin bikin ku xebatên mirovî bê alî hesab bikin û hate gotin ku kiryarên bi vî rengî wê karê wan nedin rawestandin.