Li parêzer Bayraktar doz hat vekirin

Li parêzer Mehmet Bayraktar ê li Îzmîrê beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bû, bi îdîaya "Nehiştiye karmend karê xwe bike" û "propaganda rêxistina terorê" kiriye, doz hat vekirin.

Li parêzer Mehmet Bayraktar ê li Îzmîrê beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bû, bi îdîaya "Nehiştiye karmend karê xwe bike" û "propaganda rêxistina terorê" kiriye, doz hat vekirin. Prz. Bayraktar diyar kir ku li ti welatê demokratîk dozên bi vî rengî li parêzeran venabe.

Li Îzmîrê, çalakiyên 28'ê Îlona 2014'an ên ji bo protestokirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê rastî destwerdana polîsan hatibûn û bi dehan kes ji ber vê destwerdanê birîndar bûbûn. Di dema bûyerê de bi dehan kes hatibûn binçavkirin û di çarçoveya "Qanûna Civîn, Xwepêşandan û Meşê" ya bi hejmara 2911'an de bi hinceta "Nehiştine karmend wezîfeya xwe bike" doz hatibû vekirin.

'XWESTIN CIVAKÊ BINPÊ BIKIN'

Di çarçoveya heman dozê de li Parêzer Mehmet Bayraktar ê li cihê bûyerê bû, ji aliyê 22. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Îzmîrê di çarçoveya "Qanûna Civîn, Xwepêşandan û Meşê" ya bi hejmara 2911'an de bi hinceta "Nehiştine karmend wezîfeya xwe bike" û "Propaganda rêxistina terorê kiriye" doz hat vekirin.

Parêzer Bayraktar ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku wî li dadgehê xwe bi Kurdî parastiye. Bayraktar got, "Bi bandora berxwedana Kobanê re li 106 welatan Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Li dijî hovîtiya li Kobanê wijdanan xwe nîşan dan. Wê rojê li Îzmîrê jî wê çalakiyek bi hata lidarxistin, lê belê Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê wê rojê herêm dorpêç kiribû û bi TOMA'yan dor li her derê girtibû. Bi taybetî dixwest vîna civakê bişikîne û civakê binpê bike. Tevî hemû israran jî Walîtiya Îzmîrê dest ji vê biryara xwe berneda û polîsan bi tundî êrîşî welatiyan kirin."

'SÛCÊ RASTÎ VEKIRINA DOZÊ YE'

Parêzer Bayraktar anî ziman ku li welatekî demokratîk dozên bi vî rengî li parêzeran nayên vekirin, dozên bi vî rengî kêm caran tên dîtin û got, "Vekirina dozê li pêşengên rêxistinên civakî yên demokratîk û parêzeran, sûc e. Ev doz nîşan didin ku demokratîkbûyîna welêt di kîjan astê de ye. Ez ne bawerim ku min sûc kiriye, li bendê me ku dadgehê jî di vê çarçoveyê de biryarê bide."