'Dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê aloziyê derxe’
Ji eşîra Begara nûnerê Kantona Cizîrê Şêx Ebdilkerîm Hec Îbrahîm, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê aloziyê derxe.
Ji eşîra Begara nûnerê Kantona Cizîrê Şêx Ebdilkerîm Hec Îbrahîm, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê aloziyê derxe.
Pêngava Fermandar Şehîd Rûbar bê naveber didome û encamên ku bi xwe re anî jî tên nîqaşkirin. Şervanên YPG-YPJ’ê bi taybet dema Çiyayê Kizwan ji çeteyên DAIŞ’ê ya faşîzan rizgar kir, dewleta Iraqê jî bajarê Ramadî û rejîma Sûriyeyê jî bajarê Tedmur li dijî çeteyan winda dikir. Şervanên YPG-YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê serketinên mezin bi dest xist û bi taybet jî vê bala eşîrên Ereb ên li herêmê dijîn, kişand. Ji ber vê ji bo gundên wan ên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin, serî li YPG’ê dabûn.
Tevî sedan gundî Çiyayê Kizwan jî hatibû azadkirin. Şervanên YPG-YPJ’ê bi vê jî sînor neman û berê xwe dabûn Girê Spî. Ev serketina YPG-YPJ’ê ji aliyê muxalîfên Sûriyeyê ve bi derewa ‘YPG gundan dişewitîne, Ereban derdixin û Kurdan lê bicih dikin’ hatibû nîşandan. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî ev wek ‘ev ne xêr e’ pêşwazî kiribû.
NE RASTÎ YE, REŞKIRIN E
Ji Eşîra Begara nûnerê Kantona Cizîrê ku eşîreke Erebe ya herî mezin a vê herêmê ye, Şêx Ebdilkerim Hec Îbrahîm têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ger tiştek wisa hebûya ez ê biaxiviyame û reşkirina li ser YPG û YPJ’ê derewand. Îbrahîm wiha berdewam kir: “Deverên ku muxalefeta Sûriyeyê û çapemenî behs dike, eşîra Begara lê dijîn. Em her tim bi gelê deverên ku YPG’ê azad kiriye re di nava têkiliyê de ne. Tiştek wisa tine. Ger tiştek wisa hebûya ez ê ji çapemeniyê re neaxivîbûma. Li deverên ku hatin azadkirin, me pîrozbahî pêk anî. Dibe hinek pirsgirêk hebin. Yên dikin şexs in. Şexsên dikin dibe ku Ereb, dibe ku Suryanî dibe ku Asûrî be. Şaşiyên tên kirin nekarin biavêjin ser YPG’ê.”
Îbrahîm têkildarî Pêngava Fermandar Şehîd Rûbar Qamişlo de jî axivî û got: “Dema pêngavê li dora çiyayan destpê kir, li gundan gelê me hebûn. Têkiliya me bi van re hebûn. YPG’ê dixwest ev der azad bibin. DAIŞ’ê hinek gundî şandibûn sirgûnê, hinek qetil kiribûn. Gelê me ji bo gundên hatibûn azadkirin, gelek kêfxweş bû. Hêvîdarim wê rojên pêş xweşiktir bin.”
DEWLETA TIRK LI ALIYÊ ALOZIYÊ YE
Îbrahîm wiha pêde çû: “Dewleta Tirk dixwaze aloziyê derxe. Divê pergala xweseriya demokratîk li her deverê Sûriyeyê bikeve jiyanê. Pergala xweseriya demokratîk TEV-DEM’ê anî rojevê. Di nava vê pergalê de gel herî zêde YPG’ê hez dike. Di vê pergalê de cudakirin tine. Nabêjin ev Suryanî, ev Ereb û ev Asûrî ye. Her kes wek hev e. Ji ber vê her kesî eleqe nîşanî vê pergalê da. Divê ev tecrube li her derê bê ceribandin. Divê li her derê Sûriyeyê ev pergal hebe.
Dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê aloziyê derxe. Erdogan çima ji DAIŞ’ê natirse, çima ji YPG’ê ditirse… tecrubeyên hatine jiyîn, kî bi zerar, bi fêdeye nîşan daye.”
Îbrahîm bal kişand ser bûyerên di rojên dawî li Hasekê hatiye jiyîn û wiha pêde çû: “Di destpêka bûyerên li Sûriyeyê de me bi gelek nûnerên aliyan re hevdîtin kir. Em wek gelê Ereb dixwazin di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin. Dîsa gel li vir meclîs ava kirine. Meclîsên bajar hene. Dîsa meclîsên sîvîl hatine avakirin. Ez bawer nakim li vir alozî derkeve. (….) ev du sal bû me azadiya Girê Spî dipa. Em dixwazin hemû Sûriye azad be.”