Muslim: Çavkaniya jiyanî ya DAIŞ'ê hatiye çikandin

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim azadbûna Girê Spî nirxand û destnîşan kir ku bi serketina Girê Spî re çavkaniya jiyanî ya ku çeteyên DAIŞ'ê xwe jê xwedî dikin, hatiye çikandin.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim azadbûna Girê Spî nirxand û destnîşan kir ku bi serketina Girê Spî re çavkaniya jiyanî ya ku çeteyên DAIŞ'ê xwe jê xwedî dikin, hatiye çikandin. Muslim daxuyaniyên Erdogan û hin AKP'yiyan ên li hemberî operasyona azadkirina Girê Spî rexne kir û got, "Divê êdî xwe ji fobiya Kurd rizgar bikin."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin ku gelek aliyên girîng ên azadkirina Girê Spî hene û got, "Çavkaniya jiyanî ya çeteyên DAIŞ'ê xwe jê xwedî dike, hatiye çikandin". Muslim anî ziman ku operasyona azadkirina Girê Spî ku demeke dirêj amadekariya wê dihat kirin, rewşeke dihat hêvîkirin bû û destnîşan kir aliyê herî girîng ê vê operasyonê, xwe gihandina hev a Kantona Kobanê ya zêdeyî 2 sal in di nava ambargoyê de ye û Kantona Cizîrê ye.

Muslim diyar kir ku herêma ji Girê Spî heta Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke nuqteya jê derbasbûnê dihat bikaranîn û got, "Êdî DAIŞ nema dikare vê herêmê weke baregehêk bikar bîne. Bi vê operasyonê re nuqteyeke ku DAIŞ'ê her timî jê destek didît û alîkarî yekser wergirt, ji holê hat rakirin." Muslim da zanîn ku deriyê sînor ê Kaniya Xezalan demeke dirêj li şûna deriyekî sînor veguherîbû navenda DAIŞ'ê û got, "Kaniya Xezalan wê êdî ti carî nebe deriyekî sînor ê DAIŞ jê destekê dibîne. Wê di bin kontrola YPG û hêzên yekbûyî de bimîne."

'DIVÊ ÊDÎ TIRKIYE XWE JI FOBIYA KURD RIZGAR BIKE'

Muslim ragihand ku daxuyaniyên Erdogan û hin AKP'yiyan ên li dijî tevgera azadkirina Girê Spî şaş in û destnîşan kir ku pozîsyona parastina rêxistineke çete ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve weke terorîst tê dîtin, êdî bê wate ye. Muslim wiha dewam kir: "Em ti carî ji bo Tirkiyeyê nebûn gefek. Îro li Rojava hemû gel hev du bi rengên xwe qebûl dikin û bi biratî li gel hev dijîn. Pêwîste ev rewş hem ji bo pêşeroja Sûriyeyê hem jî ji bo dewletên cîran weke rewşeke baş bê dîtin. Hemû fikarên li ser hebûna YPG'ê ya li vê herêmê, fikarên pûç in."

Musim da xuyakirin ku her çend wan gelek caran dane xuyakirin ku divê Tirkiye ji rêveberiya li Rojava û YPG'ê netirse jî, ew fêm nakin bê çima hînê tirsek heye û got, "Her du aliyên sînor jî ji bo me gelekî girîng in. Mirovên li ser û binê xetê dijîn, mirovên me ne. Em neçarin li ewlekariya wan bifikirin. Ji ber vê yekê, ez careke din dubare dikim; fikar pûç in. Divê êdî Tirkiye xwe ji fobiya Kurd rizgar bike."

'KARÊ DESTPÊKÊ YÊ YPG'Ê HER TIM PARASTINA GELAN E'

Muslim diyar kir ku nûçeyên îdîa dikin YPG û hêzên yekbûyî di oeprasyonê de gelê sivîl ê li herêmê mexdûr kirine, nerast in û destnîşan kir ku ev nûçe bi armanca antî propagandayê hatine kirin. Muslim axaftina xwe wiha dewam kir: "YPG heta roja îro, li her herêma çûyê, cihêkarî nexistiye nava ti kesî û ewlekariya hemû gelan esas girtiye. Û di vî warî de jî her tim bang kiriye. Her çend DAIŞ'ê hewl daye mirovên xistine bin kontrola xwe bikin hedefa şer jî, YPG'ê ti carî destûr nedaye vê. DAIŞ'ê li gelek herêman mayîn çandiye û xwe vekişandiye. YPG ji bo gelê sivîl ji vê rewşê zerarê nebîne, li ser hev bang kiriye. Û bang li hêzên navneteweyî kiriye ku bi hev re van mayînan rakin. Di rewşeke bi vî rengî de ev nûçeyên derew, bi armanca antî propagandayê ne."

'DIVÊ LI GIRÊ SPÎ RÊVEBERIYA SIVÎL WERE AVAKIRIN'

Hevserokê PYD'ê Muslim anî ziman ku piştî Girê Spî bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin divê rêveberiyeke sivîl were avakirin û got, "Her kesên neçar mane ji Girê Spî derkevin pêwîste bi awayekî azad li xaka xwe vegerin, jiyana xwe dewam bikin. Bila her kes zanibe ku armanca me ya destpêkê parastina gelê sivîl e. Ev yek jî pîvana me ya jêneveger e. Armanca me ya bingehîn afirandina jiyaneke azad, demokratîk û bi hev re ya gelan e. Girê Spî wê bibe yek ji nuqteyên jiyana hevpar û bi hev re ya gelan."

Muslim dewleta Tirkiye rexne kir ku di ser mirovên ji zilma çeteyên DAIŞ'ê reviyane û xwe li Tirkiyeyê girtine hînê siyasetê dike û got, "Eger ewqas mirov ji zilma DAIŞ'ê reviyane û çûne Tirkiyeyê, herî hindik bi qasî wan bi hezaran mirov jî derbasî Qamişlo bûne. Di serî de li Kobanê û Efrînê li gelek bajaran xwişk û birayên em yên Ereb dijîn. Şaş e ku ev mirovên ji zilma DAIŞ'ê reviyane, weke amûreke siyasetê bê bikaranîn."