YPG: Di 24 saetên dawî de 124 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona rizgarkirina Til Ebyad (Girê Spî) de 124 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona rizgarkirina Til Ebyad (Girê Spî) de 124 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona rizgarkirina Til Ebyad (Girê Spî) de 124 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin. Navendê destnîşan kir ku li gundewarên Girê Spî xebatên lêgerînê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê rizgarkirina Girê Spî û encamên wê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku ketiye roja xwe ya 41’an de, tevgera hêzên me yên giredayî Kantonên Kobanê û Cizîrê ya li hemberî çeteyên li Girê Spî (Til Ebyad) û derdora wê de bi cih bûne, dabû destpêkirin berdewam dike.
Piştî ku hêzên me yên Kobanê û Cizîr duh di seatên nîvro de gihîştin hev, bajaroka Girê Spî û derdora 40 gund bi temamî hatibûn dorpeçkirin. Hêzên me ji duh êvarê ve li hemberî van komên çeteyan ku hatibûn dorpeçkirin operasyon lidar xistin. Di navbera hêzên me û komên çeteyan ku dixwestin dorpeça hêzên me bişikînin û birevin dem bi dem pevçunên gelekî dijwar rû dane.
Di pevçûnên 24 seatên dawî de qasî hatiye zelalkirin 124 çete hatine kuştin. Hêzên me tevî 60 termên çeteyan dest danîn ser gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî.
Di encama van operasyonan de hêzên me dagirkeriya çeteyan a li ser bajaroka Girê Spî bi dawî kirin. Îro jî hêzên me xebatên lêgerîne ya 2 taxên dawî ya bajarokê Girê Spî bi dawî kirin. Xebatên lêgerînê ya li gundên li bejahiya Girê Spî berdewam dikin.”