Asayîşa Rojava: Rejîmê hemû ciwan berdan

Rêveberiya Asayîşa Rojava diyar kir ku hêzên rejîmê piştî zexta lê hat hemû kesên girtibûn serbest berda, got ku jiyan li bajarê Qamişlo bi ewle û asayî dewam dike û her kes dikare karê xwe bike.

Rêveberiya Asayîşa Rojava diyar kir ku hêzên rejîmê piştî zexta lê hat hemû kesên girtibûn serbest berda, got ku jiyan li bajarê Qamişlo bi ewle û asayî dewam dike û her kes dikare karê xwe bike.

Têkildarî bûyerên duh li bajarê Qamişlo Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku li ser malpera Fermî ya hêzên Asayîşê hate weşandin wiha ye:

“Dema hêzên YPG’ê hemleya rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyed) ji destê çeteyan li dar dixin û bi taybet di roja ku bajar rizgar bû. Hêzên rejîma Baas hewldanên xwe yên provokasyonê zêde kir û ciwanên Ereb û Kurd ên ji kantona Cizîrê ji bo leşkeriya Sûriyeyê girtin. Di heman demê balafirên şer ên rejîmê li ser ezmanê Qamişlo geriyan. Li aliyê din jî hêzên rejîmê di heman demê de gule li ser komîteya sîvîl a girêdayî Saziya Zimhêrê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berda û bi vê yekê xwestin vîna gelê me têk bibe.

Di van navberan de hêzên Asayîşê li Qamişlo û Hesekê di çarçoveya mafê parastinê ya rewa bersiva kiryarên rejîmê dan, gelek leşkerên rejîmê û hêzên wan ên ewlekariyê girtin. Em beranberî kiryarên rejîmê yên ji bo têkbirina vîna gelê me bê deng bimînin  em rê bidin kes li dijî gelê me kiryaran pêk bînin.

Hêzên Asayîşê û trafîka Qamişlo û bi alîkariya hêzên YPG û meclîsên gel û piştî  şer û pevçûnan avahiya rêveberiya Veguhestinê, Ewlekariya Leşkerî ya kevin û Miraba şaredariyê ya  Rejîmê, her wiha îstasyona trênê ku wekî bargeha leşkerî dihate bikaranîn hatin rizgarkirin.

Herêma Cizîrê berê wekî herêma biratiya gelan û jiyana hevbeş û dê bimîne. Kesên dixwazin nakokiyan û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxin wê bi ser nekevin. Ev kiryarên rejîmê bi rizgarkirina Girê Spî cihê şubhetê ne û niyeta rejîmê ya rast diyar dike. Banga me ji hemû pêkhateyên kantona Cizîrê ku bi baldarî tevbigerin, rastiya hewldanên rejîmê yên tevliheviyê nas bikin.

Piştî zextan hêzên rêjîmê hemû kesên di rojên dawî de girtibûn serbest berdan. Em ji gelê xwe re tekez dikin ku bajarê Qamişlo bi ewle ye û her kes dikare jiyana xwe ya asayî bike. Welatiyên me yên bi rûmet dikarin karê xwe yên rojane pêk bînin. Hemû bendên kontrolê hatin rakirin û rêyên hatibûn girtin hatin vekirin.ˮ