Girtiyê nexweş ji ber enfeksiyona piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Riza Kazici, ji ber enfeksiyona piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Riza Kazici, ji ber enfeksiyona piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Riza Kazici, ji ber enfeksiyona piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da.
Ji girtîgehan agahiyekî din a mirinê hat. Girtiyê bi navê Riza Kazici yê 36 salî yê ku demek dirêj ji doza PKK'ê dihat ragirtin, piştî ameliyeta rovî ji ber şertên girtîgehê enfeksiyon girt û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan Kazici ji ber pirsgirêka roviyan demek berê emeliyet bibû. Piştî emeliyetê Kazici carekê din birin girtîgehê û ji ber şertên girtîgehê enfeksiyon girt.
Kazici piştî vê yêkê, 2 meh berê rakirin Nexweşxaneya Marmara ya Korfezê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Malbat, ji bo ji bo cenaze werbigire ji Amedê berê xwe da Kocaeliyê. Piştî cenazeyê Kazici hate wergirtin wê li Amedê bê veşartin.